Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn

img
COLEMÊRG – Hikumeta ku di her hilbijartinê de li Colemêrgê soza razemeniyê dide, li bajêr ji sedî 80 esnaf ketin ber îcrayê. Her roja li bajêr bêkarî zêde dibe di salek dawî de tenê 5 kargeh vebûn. 
 
Di her hilbijartinê de rayedarên hikumetê li Colemêrgê soza razemeniyê ji bo bajêr didin. Di nav salek dawî de ji sedî 80 esnaf ketin ber îcrayê. Bi dehan kargeh hatin girtin û her roja diçe bêkarî li bajêr zêde dibe. Di nav salek dawî de tenê 5 kargeh hatin vekirin. Serokê Odeya Pîşesazî û Esnafan a Colemêrgê Îsmaîl Akboga diyar kir ku rayedarên hikumetê di her hilbijartinê de soza razemeniyê didin lê soza xwe bicih naynin û sozdayîna avakirina fabrîkayan jî li ser gotinê dimîne. 
 
‘SOZÊN WAN XEYALÊN ME SER Û BIN KIR’ 
 
Akobga da zanîn ku nifûsek ciwan a Colemêrgê heye û rêjeya bêkariyê gihîştiye ji sedî 90 û got: “Her wezîr û rayedarên hikumetê ku tên Colemêrgê soza dê fabrîkayan ava bikin û bêkariyê bi dawî bikin didin. Lê mixabin li gel ew qas dem jî derbas dibe heta niha ew soz yek jî pêk nehatine. Tên me hemûyan bi bendewar dikin. Lê mixabin ew hêvî û bendewarî li şûna xwe dimîne û xeyalên me ser û bin bûn. Sozên didin jî vala derdikevin.” 
 
‘GELEK ESNAF KETINE BER ÎCRAYÊ’ 
 
Akboga destnîşan kir ku qirîza aborî ya heyî esnafan xistiye nav rewşek zor û gelek esnaf jî nikarin krediyên xwe razînin û ji ber vê yekê li bajêr ji sedî 80 esnafan ketine ber îcrayê. Akboga got ku gelek esnaf neçar mane kargehên xwe bigirin û wiha dewam kir: “Di saleke dawî de tenê 5 kargeh hatine vekirin. Divê ku ji pirsgirêkên gel re çareserî bê afirandin.” 
 
‘DIVÊ HIKUMET SOZÊN BICIH BÎNE’ 
 
Akboga bang li hikumetê kir ku bila soza daye bicih bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hikumet demil dest xwedî li sozên xwe derkeve. Beriya her tiştî divê nifûsa ciwan a bêkariyê bê daxistin. Em li bendê ne ku aboriya bajêr bê xurtkirin. Ji bo vê yekê divê ewil sozan daye bigire. Ji bo vekirina deriyên sînor jî pêwîste bi lezgînî gav bên avêtin.”