‘Mirovên vê bazarê debara xwe bi çopê dikin’

img

MELETÎ – Li Meletiyê, eleqeya ji bo “Bazara Ûris” her diçe zêdetir dibe. Li vê bazarê amûr û kincên li ser çopan hatine berhevkirin tên firotin. Welatî Ahmet Torun anî ziman ku mirov li vê bazarê leqayî kesên rewşa wan a aborî baş nayê û wiha got: “Mirovên li vê bazarê li ser çopan li nanê xwe digerin.”

Li Meletiyê eleqeya ji bo Bazara Xurdeyan bi navê xwe yê dîtir “Bazara Ûris” her diçe zêdetir dibe. Li vê bazarê amûr û kincên li ser çopan tên berhevkirin û firotin. Hema bêje li vê bazarê her cure amûrên kevin tên peydakirin. Bi piranî ev der wargeha kesên rewşa wan a aborî nebaş e.
 
LI SER ÇOPAN LI NANÊ XWE DIGERIN 
 
Bavê 2 zarokan Ahmet Torun (47) ku bi meaşê kêmtirîn li Şaredariya Yeşîlyûrtê dixebite, anî ziman ku ew nikare bi vî meaşî debara xwe bike û ji ber vê ew amûrên kevin berhev dike û li vê bazarê difiroşe. Torun, got ku ew 400 lîreyî dide heqê kirê û ji ber vê ew rojên yekşeman van amûrên kevin difiroşe. Torun diyar kir ku ji sedî 80’yê vê bazarê amûrên li ser çopan berhev dikin, wan paqij dikin û difiroşin. Torun wiha got: “Hûn li vê bazarê leqayî kesên rewşa wan a aborî nayên. Ev der cihê kesên xizan e. Mirovên li vê bazarê li ser çopan li nanê xwe digerin. Ji bo em gepek nan ji zarokên xwe re bibin dixebitin. Ji diziyê çêtir e. Mirov li vir bi ked û şerefa xwe dixebitin.” 
 
Bavê 3 zarokan Haci Durmaz (50) jî diyar kir ku ew amûrên kevin ên li ser çopan berhev dikin û li vê bazarê difiroşin, lê belê di demên dawî de şaredariyê konteynirên mezin ên çopan danîn û ev yek bandoreke neyînî li karê wan dike. Durmaz, anî ziman ku şaredarî jî bela xwe di kesên xizan dide û wiha got: “Mirovên feqîr bi amûrên li ser çopan hewl didan heqê nanê xwe derxînin. Ma ev yek zirarê dide kê. Ma bila mirov diziyê bikin? Ez jî li taxê xurdevaniyê dikim û her wiha amûrên li ser çopan berhev dikim û li vir difiroşim. Lê belê ev sepandina şaredariyê bandoreke nebaş li karê me dike.” 
 
‘MA EM Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIN’ 
 
Bavê 2 zarokan Alî Riza Kayaoglu yê 52 salî jî, anî ziman ku ji ber nebûna kar ew li ser çopan xurdeyan berhev dike û pê debara xwe dike. Kayaoglu, balê kişand ser buhabûnê û ev tişt gotin: “Em ketine etra nanê xwe. Lê belê kesên li ser wesayîtên çopê pêşiya me tev digerin. Çewal bi dawiya wesayîtên çopê vekirine û amûrên kevin davêjin hundurê wan. Meaşê xwe ji şaredariyê distînin, lê çav berdane çend amûrên li ser çopan jî. Ev yek jî tu bikî nekî bandorê li me dike. Her wiha şaredariyê konteynerên mezin ê çopê danîne. Ji ber vê em nikarin çopan derxînin. Dema ew vala dikin, tiştekî bi kêrî wan bê radihêlin. Yanî çav berdane vî karî jî. Ma em çi bikin, diziyê bikin? Em ê çawa debara xwe bikin?”
 
MA / Hacı Yusuf Topaloğlu