Zabite ji bo firotina gulan bertîlê dixwazin

img

DÎLOK - Huseyîn Turgut li gelek cihan serlêdana kar kir, lê hemû hewldanên wî bêencam man û dest bi firotina gulan kir. Turgut, diyar kir ku bi hinceta “karê li dijî qanûnê dikî” zabite wî asteng dikin û baceyê ji wî dixwazin.  

Welatiyê binavê Huseyîn Turgut di fabriqeyek li Dîlokê de dixebitî, piştî ji kar hat avêtin, ji bo debara xwe di saetên şevê de dest bi firotina gulan kir. Turgut, vê carê jî rastî astendiyên zabitayên şaredariyê yên mîna “Karê li dijî qanûnê dikî” tê. Turgut, anî ziman ku ew bi namus û şerefa xwe nanê xwe qezenc dike û karê dike ne li dijî qanûnê ye. 
 
ÇIMA BACE NADE!
 
Turgut, anî ziman ku ew çû kîjan fabriqeyê, kar peyda nekir û wiha axivî: “Ez rastî zarokekê li parkê gul difirotin hatim û min li ser vê yekê dest bi firotina gulan kir. Bi firotina gulan debara xwe dikim. Ev sê salin vî karî dikim. Di vî karî de betlane tuneye û her roj kar dikim. Dîlok mîna qaqibekê ye û ez jî dinav de mîna heskokê me. Ez mîna heskokekê dinava Dîlokê de têm û diçim. Jiyana me jî wisan derbas dibe. Gulan ji tomerîfiroşan 2-5 TL dikirim û bi 5 TL’an difiroşim. Ez nanê xwe ji gulan derdixim.”  
 
Turgut, destnîşan kir ku ji gel bertekên erênî digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karê min çiqasî zor be jî, ji diziyê baştire. Bes zabita min dixin zoriyê. Bi dehan car ez birim amîrtiya zabiteyan, dest danîn ser gul û pareyên min. Ji ber ku bace nadim, wisan xerab nêzî min dibin. Ma ez çi qezenc dikim ku bace bidim? Bi zor û zehmet 5-10 TL'an qezenc dikim. Em bace jî bidin, gelo dê çi ji me re bimîn e?”