'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’

img

ÎZMÎR – Li Tirkiyeyê di salên dawî de îthalata goştê sor, sewalan û kayê zêde bû. Hikûmetê qîma xwe bi vê yekê neanî, mêrgan xwe ji bo îmarê vekir. Lê vê carê jî li derveyî welat dest bi kirêkirina mêrgan kir. Serokê Şaxa ZMO ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî dest nîşan kir ku, li derveyî welat kirêkirina mêrgan tu çareyê bi xwe re nayîne. 

Li Tirkiyeyê di salên dawî de bi buhabûn û îthalata goşt re, heywan û ka jî tê îthalatkirin. Ji sala 2012’an heta 2017’an 10 hezar ton ka hatiye îthalatkirin. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); Tirkiye tenê di 6 mehên sala 2017’an de bi 548 milyon û 419 hezar dolar heywan, bi 7 milyon û 704 hezar dolarî jî goşt îthalat kiriye. Li Tirkiyeyê ji sala 2008’an ve buhayê goşt ji sedî 150 zêde bûye. Her wiha ji sala 2001’ê ve li Tirkiyeyê zêdeyî ji sedî 23’yê mêrgan û ji sedî 28’an jî erdên çandiniyê ji bo îmarê hatin vekirin. 
 
BI TEMAMÎ RÊ LI BER ÎTHALATA GOŞT, HEYWAN Û KAYÊ HAT VEKIRIN 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) a Îzmîrê Ferdan Çetîn, behsa îthalata heywan, goşt û kayê kir. Çîftçî, diyar kir ku piştî sala 2008’an di warê sewalvaniyê de pirsgirêkên cidî rû dane. Çîftçî, dest nîşan kir ku ji wê rojê şûn ve Tirkiye bû pêgirtiyê polîtîkayeke derve û wiha domand: “Vê yekê jî tim di ser buhayên goşt re kir. Di vê pêvajoyê de Tirkiye di warê pez û dewaran û goştê sor de îthalateke zêde pêk anî. Gotin me vê yekê ji bo buhayên goşt kiriye. Lê buha ketin an na? Mixabin buha qet neketin.” Her wiha Çîftçî dest nîşan kir ku Tirkiye di demên dawî de dest bi îthalata kayê kiriye û ev yek hîn jî didome.
 
Çîftçî diyar kir ku ji bo rê li ber vê yekê bê girtin, divê mêrg û erdên genim bên parastin. Çîftçî, dest nîşan kir ku heke neyên parastin dê îthalata kayê, goşt û heywanan bi awayekî cidî bidome. Çîftçî gotinên “Em ê nîşan bidin ka goşt çawa bi erzanî tê xwarin” ên Wezîrê Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba bi bîr xistin û ev tişt gotin: “Birêz wezîr çawa hat, biryarnameya der barê sifirkirina bacên gumrukê îmze kir û bi vê yekê bi temamî rê li ber îthalata goşt û heywanan vekir. Bi îthalatê ev danakeve. Çimkî bi salan ev yek tê ceribandin lê dîsa nakev.” 
 
20 MILYON HEKTAR DAKET 10 MILYON HEKTARΠ
 
Çîftçî, balê kişand ser bandora mêrgan a li ser buhayan û wiha domand: “Mixabin madeya xam a kayê genim e. Di 20 salên dawî de erdên me yên genim kêm dibin û bi vê re berdarî jî kêm dibe. Tirkiyeyê di sala 2001’ê de 19-20 milyon ton hilberand. Lê niha jî 19-20 milyon ton tê hilberandin. Ji bilî vê em ji mêrgan jî êm bi dest dixin. Lê belê dema em mêrgan dinerin; li gor daneyên Xizmetên Gundan ên sala 1970’yî 20 milyon hektar mêrg hebûn, lê belê ev di hejmariya 2001’ê de daketiye 14 milyon hektarî û di sala 2014’an de jî daketiye 10 milyon hektarî.” 
 
TIRKIYE MÊRGAN KIRÊ DIKE
 
Çîftçî, dest nîşan kir ku ji bo rê li ber îthalatê bê girtin û buha dakevin, divê sewalvanî û mêrg bên zêdekirin. Çîftçî diyar kir ku niha hikûmet li derveyî welat mêrgan kirê dike û dest bi sewalvanî û çandiniyê kiriye. Çîftçî, got ku Tirkiye mêrgên xwe ji îmarê re vedike û diçe li derveyî welat kirê dike, lê belê dê ev yek çareseriyê peyda neke. 
 
MA / Ahmet Kanbal