Mişmiş jî ketin ber krîza vîzeyan

img

MELETÎ - Ji ber pirsgirêkên bi DYA û welatên cîran re, mişmişên Meletiyê di dest cotkaran de man. Serokê Borsaya Bazirganiyê Gursel Ozbey, destnîşan kir ku bi piranî mişmiş îxracî DYA û Herêma Kurdistana Federe tên kirin. Ozbey, anî ziman ku heke pirsgirêka bi her du welatan re neyê çareserkirin, wê aboriya bajêr felc bibe. 

Krîza vîzeyê ya di navbera Tirkiye û DYA'yê û nîqaşên referandûmê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Federe de, bandoreke neyînî li mişmişên Meletiyê kir. Serokê Borsaya Bazirganiyê Gursel Ozbey, dest nîşan kir ku Tirkiye mişmişan îxracî herdu welatan jî dike, lê belê pirsgirêkên navborî bandoreke neyînî li îxracatkarên mişmişan dike û divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. 
 
PIRANÎ ÎXRACÎ AMERÎKAYÊ TÊN KIRIN 
 
Ozbey, anî ziman ku temamiya aboriya bajêr girêdayî mişmişan e. Ozbey got ku hema bêje temamiya mişmişan tê îxrackirin û ev jî bi piranî îxracî Amerîkayê tê kirin. Ozbey, diyar kir ku krîza vîzeyê wan ji nêz ve eleqedar dike û ev tişt gotin: "Îxracatkarê min radikir çentê xwe û diçû Amerîkayê û bi rihetî malên xwe difirotin. Dema di malê wî de pirsgirêk derketana bi rihetî dikaribû vîzeya xwe wergire û biçe. Lê niha şensekî çûyînê jî tune ye. Tu bikî nekî ev yek ji bo Meletiyê nebaş e. Çi qas zû pirsgirêka vîzeyê bê çareserkirin ewqas ji bo Meletiyê baş e." 
 
Ozbey, diyar kir ku ji bo mirov bi awayekî rihet biçin û bên, divê herdu alî demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Ozbey wiha got: "Di apartmanekê de di navbera cînaran de pirsgirêk hebe, ma mirov dikare di wê apartmanê de bijî? Na. Ji ber vê em pirsgirêkan naxwazin. Em naxwazin navbera me û tu welatî xerabe be." 
 
REFERANDÛMÊ BANDOR LI MIŞMIŞAN KIR 
 
Ozbey, diyar kir ku tevî ya Amerîkayê divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya Sûriye, Kurdistana Federe, Iraq û Îranê jî di ber çavan re derbas bike. Ozbey got ku tu bikî nekî krîza ji ber referandûmê bandor li mişmişan kiriye û divê bazirganiya wan a bi Kurdistana Federe re bibe wek ya berê. Ozbey, dest nîşan kir ku ji bo barzirganiya li Meletiyê bibe wek a berê, pirsgirêk çi dibin bila bibin divê bên çareserkirin.