Hevserokê MMO'yê Hatun: Hêj ji kanê komirê derdixin

img
AMED - Hevserokê Şaxa MMO ya Amedê Dogan Hatun, li hezana ku li Şirnexê pêk hat û 8 karker tê de jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kirin û got ku, li qada hezan lê pêk hatiye hîn jî komir tê derxistin. 
 
Di 17'ê Cotmehê de li Ocaxa Madenê ya Jimare 1 a 5 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye hezan pêk hat û di hezanê de 8 karker jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Madenan (MMO) a Amedê Dogan Hatun, li qada hezan lê pêk hat lêkolîn kirin. Hatun diyar kir ku li ocaxê tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin, venêrîn kêm bûne û hîn jî li qada ku hezan lê pêk hatiye bi kamyonan komir tê kişandin. 
 
‘BI LEWHEYÊN HIŞYARKIRINÊ RÊ LI BER QEZAYAN NAYÊ GIRTIN' 
 
Hatun, diyar kir ku ji bilî ocaxên komirê tu dahateke mirovên li herêmê tune ye û ev tişt gotin: "Fîrmayek tenê hemû ruhset wergirtine û li vir bi awayekî taşeronî mirovan dide xebitandin. Dema qezayek pêk tê jî rêveber dibêjin 'qaçax' bû û dixwazin xwe jê safî bikin. Yanî heke di prosedurê de pirsgirêk tune be her tişt temam e, lê dema hebe 'qaçax e, lê bêyî ku hayê me jê hebe.'" Hatun, anî ziman ku piştî serdana wan Îdareya Taybet a Bajêr lewheyek li têketina bajêr daliqandiye. Hatun got ku bi lewheyên hişyariyê rê li ber qezayên karî nayên girtin. 
 
‘HÎN JÎ KOMIR TÊ DERXISTIN' 
 
Hatun îdia kir ku Sidik (Ugur) Kabak ê di hezanê de jiyana xwe ji dest daye 17 salî bûye û wiha domand: "Dibêjin 18 salî ye, a rast hîn cenazeyê Ugurê 17 salî li erdê bû, bi kamyonan komir ji ocaxê dihat kişandin. Me ev yek bi çavên xwe dît. Me wêneyên wan jî kişand." Hatun dest nîşan kir ku tu rêz û hurmet ji bo êşa mirovan jî nemaye û wiha got: "Hîn jî ji ocaxê komir tê kişandin." 
 
Hatun balê kişand ser venêrînên Gerînendetiya Giştî ya Kargehên Madenê, Saziya Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê, Wezareta Enerjiyê û wiha got: "Ev sazî venêrîneke çawa dikin? Em pir meraq dikin. Raporên venêrînê bi raya giştî re parve nakin." Hatun dest nîşan kir ku li cihê hezan lê pêk hatiye ew rastî tu nîşaneyên der barê madenvaniyê nehatine. Hatun diyar kir ku wan tespît nekiriye ka ocax kengî dest bi kar kiriye. Hatun got kevirekî zaf mezin ketiye û got ji ber tevdîr nehatine girtin bûye sedema facîayê. 
 
Hatun, diyar kir ku di Adara 2017'an de oacax careke din hatiye îhalekirin û wiha got: "Dema wezaretê ev der ji bo îhaleyê vekir, şerheke wisa daye pêş 'Wê li vê derê şert û mercên meaşê kêmtirîn bên sepandin?'" Hatun got ku li ber çavan berê mirovan dane mirinê. Hatun diyar kir ku li nêzî ocaxê qereqol heye û li hemberî derxistina komirê xwe li nedîtiyê daniye.