Karkerên Komirê: Talûke ye, lê em mecbûr in

img

ŞIRNEX – Li Şirnexê, ocaxên komirê ku wek "bîrên mirinê" tên bi navkirin û çend roj berê 8 karker tê de jiyana xwe ji dest dan, li bajêr tekane qada îstihdamê ne. Karkerên ku bi rê û rêbazên berê 120 metreyî di bin erdê de kolandinê dikin, anîn ziman ku li gel ku talûkeya mirinê heye jî ew mecbûr in bixebitin. 

Li Şirnexê, çend roj berê li Ocaxa Komirê ya Jimare 1 ku 5 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e hezan pêk hat û di hezanê de 8 karker jiyana xwe ji dest dan. Ev oxacên ku wek "Bîrên mirinê" jî tên binavkirin, di heman demê de li bajêr tekane qada îstihdamê ya bi sedan karkerî ye. Karker her roj 8 saetan 100 an jî 120 metre di binî erdê de dixebitin. Karkeran anî ziman ku ew hay ji zor û talûkeya kar hene, lê belê ew mecbûr in bixebitin. 
 
'TALÛKE YE, LÊ EM MECBÛR IN'
 
Hekîm Kilinçê 43 salî ku di 16 saliya xwe de li ocaxê dest bi kar kir, tevî hemû rîskên karker jî bi çend qurişên ji ocaxê bi dest dixe debara malbata xwe ya 11 kulfetî dike. Kilinç, gumleta mezin a komirê dişikîne û di binî erdê de herî kêm 7 saetan dixebite. Kilinç, diyar dike ku ji ber karekî din bi dest neketiye ew ji mecbûrî vî karî dike. Kilinç wiha got: "Em mecbûr in li vir bixebitin. Heke em vî karî nekin, em ê nikaribin debara xwe bikin. Ev der bêhewa ye û germ e. Talûke ye, lê ka em çi bikin? Tevî rîska mirinê jî em vê karî dikin. Em mecbûr in."
 
Karkerê bi navê Mehmet Îbrem (32) jî, di temenekî biçûk de dest bi vî karî kiriye. Îbrem ku dibişere wiha got: "Li vir ji bo nanê zarokên xwe dixebitim. Ez ê nanê helal bibim mala xwe. Ma ji bo çi nekenim." Îbrem dest nîşan kir ku bi pereyê qezenc dike debara malbata xwe ya 7 kufletî dike û got ku heta ku ew betal bimîne ew mecbûr e rîskê bigire û bixebite. Îbrem, got ku ji ber ew muhtacî kesî nabe serbilind e û wiha axivî: "Karekî bitalûke ye, lê em mecbûr in bixebitin. Keda me helal e. Kêf û kena me ji ber vê ye." 
 
‘WEKÎ DIN TU RÊ TUNE YE' 
 
Îbrem, dest nîşan kir ku ji bilî serdana nexweş û şînan ew her roj li ocaxê ye û mirina 8 karkerên li Ocaxa Komirê ya Jimare 1'ê bi bîr xist û ev tişt gotin: "Li vir her kes hevdu nas dike û xizmên hev in. Felaketek hat serê me. Ji ber vê malbatên hemû karkerên li ocaxan xemgîn in. Yanî karê em dikin karekî talûke ye. Hema bêje em tim bi mirin û talûkeyê re rû bi rû ne. Malbat tim dibêjin gelo dê tiştek bê serê wan an na. Lê wekî din tu rê tune ye." 
 
‘DIVÊ MIROV XWEDÎ TECRÛBE BE' 
 
Îbrem, anî ziman ku ew bi gelek talûkeyan re rû bi rû maye. Îbrem bî bîr xist ku 6 sal berê du hevalên wan di bin hezanê de mane, lê belê wan ew xelas kiriye û wiha domand: "Ji bo em hevalê xwe ji bin hezanê derxînin, me dest bi kolandinê kir. Tecrûbeya me tune bû. Hin hevalên me yên ku 30-40 salan di ocaxê de xebitîne hatin cem me. Gotin hûn cihê şaş dikolin. Gotin 'Heke hûn hinekî din jî bikolin wê karker ji ber bêhewatiyê bimirin.' Paşê cihê ku divê em bikolin ji me re gotin. Piştî saetekê me ew bi saxî derxist. Li ocaxên komirê ji bo meriv ji derheqê qezayan derkeve divê mirov xwedî tecrûbeyê be." 
 
'EM NE DEWLEMEND Û NE JÎ KARMEND IN' 
 
Karkerê bi navê Serdar Olgen (30) jî balê kişand ser zor û zehmetiyên kar û diyar kir ku ew debara malbata xwe ya 7 kulfetî dike. Olgen, anî ziman ku ew naxwaze vî karî bike lê belê çareyek din tune ye. Olgen ev tişt gotin: "Em ne dewlemend ne jî karmend in. Ji bilî vir tu dahateke me tune ye. Qene em naçin bajarên din. Em li xaka xwe heqê nanê xwe derdixin." Olgen betaliya li bajêr jî bi bîr xist û wiha got: "Jixwe Şirnex hat rûxandin. Mirov êdî dev ji kar berdane û difikirin ka wê malên wan ên saxlem bên xerakirin an na. Heke hûn bixwazin sewalvaniyê bikin jî, ka hûn ê li kuderê xwedî bikin? Her der qedexe ye." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç – Cihan Olmez