‘Ji bo turîzm pêş bikeve, divê OHAL rabe'

img
ANTALYA - Serokê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş Mustafa Safvet Yahyaoglu, demsala turîzma 2017’an û krîza heyî nirxand û wiha got: “Ji bo turîzm baş bibe, divê OHAL rabe û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin.”
 
Piştî têkiliyên Rusyayê bi Tirkiyê re xerab bûn, demsala turîzmê pêş neket û her ku çû xerabtir bû. Her çiqasî medyaya serdest pesnê demsala turîzmê bi de jî, lê bandoreke xwe ya li ser bajêr û esnafan tuneye. Piştî krîza 2016’an û vir ve demsala turîzmê qet nehat ser xwe û îsal jî turîzmê îflas kir. Serokê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş Mustafa Safvet Yahyaoglu, demsala turîzma 2017’an û krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin û wiha axivî: “Krîza dinava 4-5 salan a di demsala turîzma li Tirkiyeyê tê jiyîn de, windahiyên mezin bi xwe re anî. Krîza balafirê ya 2016’an a bi Rusyayê re hat jiyîn, teqînên li welat tên jiyîn, pêvajoyên li Sûriye û Iraqê û rageşiya siyasi ya heyî, dibe sedema fikarên şer ên li welat bên jiyîn.  Ji ber vê yekê turîzm pêş nakeve û her diçe îflas dike.”
     
HER KU DIÇE TURÎZM TÊK DIÇE 
 
Yahyaoglu, diyar kir ku di sala 2016’an de di bazara Rusyayê de ji sedî 94 aborî têk çû û wiha got: “Di sala 2014’an de dahatuya bazara Rusya ya turîzmê 3 mîlyon û 300 hezar bû, di sala 2016’an de ev yek daket 2 mîlyon û 600 hezarî. Ev hêjmar di sala 2017’an de heya 260 hezarî daket xarê. Peymanên li hevkirinên yên bi Rusyayê re çareser nebûn. Berê hêjmara turîzmên ji Almanyayê dihat 2 mîlyon û 170 hezar bû, lê sala 2017’an de ev hêjmar daket 1 mîlyon û 300 hezarî. Dema em li tabloya turîzmê ya li Tirkiyeyê mêze dikin, tenê ji Ukraynayê hêjmara turîzmên 266 hezar bû, derket 660 hezaran. Ji ber vê  yekê medyaya serdest nûçeyên turîzm zêde bû, kirin nûçe.”
 
'DAHATUYA TURÎZMÊ JI 34 MÎLYONÎ, DAKET 13 MÎLYONÎ’
 
Yahyaoglu, anî ziman ku berê 34 mîlyon turîzm dihat Tirkiyeyê û  wiha bilêv kir: “Lê îro tenê 20 milyon turîzm tên. Di demsala turîzma 2017’an de ji 14 mîlyonan zêdetir windahî çêbû. Ev yek dê heya çi wextê welat bi rêve bibe jî, ne diyare. Ên ku welat birêve dibin û siyaseta welat diyar kirin, gel nafikirin û li welat ji 7 mîlyonî zêdetir mirovên bê kar hene.”  
 
'OTEL ZÊDE DIBIN, LÊ TURÎST TUNE NE'
 
Yahyaoglu, da zanîn ku ji ber krîza demsala turîzmê ya 2017’an, gelek karker bê kar man û wiha pê de çû: “Karkerên heyî jî bi heqdestek kêm dixebitin. Desthilatdarî otelên mezin bi karmendên dewlemend û xwediyên otelan dide çêkirin. Lê turîzmên bikevin van otelan tune ne. Divê ku di turîzmê de 60 mîlyon dolar dahatû hebe. Lê ev yek ji holê rabûya. Mînak ji bo bajarên Mêrdîn, Îzmîr, Antalya, Kapadokya û hwd, ên navendên turîzmê ne, razemenî lê nayên kirin.”  
 
'BI NIMÊJA LI MIZGEFTA EMEVÎ TURÎZM PÊŞ NAKEVE'
 
Yahyaoglu, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Xetayên siyasî yên hatin kirin û pêngavên şaş ên hatin avêtin, hişt ku turîzm têk biçe. Bandora polîtîkayên ên ku welat bi rêve dibin li ser vê yekê heye. Demsala turîzmê ya 2017’an mirî derbas bû. Heya ku rayedar bêjin ‘Ey Almanya, ey Hollanda’ dê ev rewaş welat bidome û sektora turîzmê dê xerabtir bibe.  Ji bo ku turîzm cardin baş bibe, divê OHAL rabe û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin. Divê êrîşên bi bombeyî û mirin ji holê rabin. Bi nimêja li Mizgefta Emevî kirin turîzm pêş nakeve. Encex rêveberiyek biaqil karibe turîzma li welat mezin bike.” 
 
MA / Nurhan Kuzu