KESK’ê KHK nirxand: Dê têkoşîna me dewam bike

img

AMED – Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê bi civînekê KHK’a hejmara 675’an a di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin nirxand û got ku dê li dijî sepandinên antîdemokratîk têkoşîna xwe bidomînin. 

Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê bi civînekê bi boneya salvegera yekemîn a KHK’a hejmara 675’an ku di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin û gelek kedkar hatin îxrackirin li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’emîn a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên KESK’ê û kedkarên hatin îxrackirin beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewil Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’emîn a Amedê Abbas Şahîn axivî û bi bîr xist ku piştî OHAL hat îlankirin û şûn ve darbeya sivîl ku pêk tê salek bi ser re derbas bû û got: “Bi KHK’a 675’an destpêka hedeftina girtina îxrackirina kedkarên cemaweriyê bû. 3 hevalên me kedkar ên bi KHK’a 675’an hatin îxrackirin di nav salek dawî de jiyana xwe ji dest dan.”
 
Şahîn diyar kir ku piştî kedkar hatin îxrackirin polîtîkayên nijadperest jî li ser civakê hatin ferzkirin û di rojên dawî de li Şirnex, Sêrt û Bismilê nêzîkatiyên nijadperest ên li dijî xwendekarên kurd şermezar kir.
 
 ‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE BI OHAL’Ê BIGÎHÎJE ARMANCA XWE’ 
 
Piştî Şahîn, Hevseroka Şaxa Tum Bel Sen a Amedê Yasemîn Noyan jî li ser navê KESK’ê daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Bi îlankirina OHAL’ê re erka ku desthilatdariya nikaribû xeyala wê bikira xist destê xwe.” Noyan anî ziman ku bêyî ku tu hincet bê nîşandan bi KHK’iyan kedkar hatin îxarckirin û wiha dewam kir: “Dest bi tasfiyeya muxalîfan kirin. Rojname, kovar, komele û gelek sazî hatin girtin. Dengên muxalîfê hatin bêdengkirin. Siyasetmedarên bi denge gel hatin hilijartin avêtin girtîgehan. Dest danîn ser şaredariya û qeyûm tayînî şaredariyan kirin.” 
 
LI DIJÎ ANTÎDEMOKRATÎKBÛNÊ TÊKOŞÎN
 
Noyan da zanîn ku jehrkujiya darbeyê demokrasiye û niyeta fiseta darbeyê di 29’ê cotmehê de derket holê û xwestin bi sedan hevalên wan îxrac bikin û bi malbatên wan re ceza bikin. Noyan destnîşan kir ku ew ê wek KESK’ê li dijî hemû sepandinên antîdemokratîk li ber xwe bidin û dê têkoşîna ked û demokrasiyê bidomînin û mezintir bikin. 
 
Civîn bi lêdana çepikan bi dawî bû.