4 karkerên di binê hezazê de man sîgorteya wan tune

img

ŞIRNEX - Derket holê ku ji 8 karkerên di binê hezaza li Şirnexê de man, 4 ji wan bê sîgorte ne. 2 karkerên bi sîgorteyî jî prîmên wan li ser fîrmayeke din hatine razandin.

Di 17'ê Cotmehê de li Kana Komirê ya Hejmar 1 a Şirnexê de hezaz pêk hat, 8 karkeran jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku ji 8 karkeran 4 ji wan bê sîgorte ne. 2 karkerên bi sîgorteyî jî dixebitin, sîgorteyên wan li ser fîrmayeke din tên razandin.
 
Li gorî agahiyên ku ajansa me xwe gihandinê, fîrmaya taşeron Kubatoglu di meha Nîsanê ya sala 2017'an de îhaleya girtiye, Sekvan Ustun (34) û Yuksel Ugur (30) ên di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane, prîmên wan li ser fîrmayeke din hatine razandin. Di heman demê de karkerê bi navê Mesût Magrur (27) navê wî di nav fîrmaya Kubatoglu de derbas dibe û prîmên sîgorteya wî li ser şirketa Ozmagrurlarê, Abdullah Kayaş jî prîmên wî li ser Acar A.Ş'yê tê razandin.
 
QET SÎGORTEYÊN WAN NEHATINE RAZANDIN
 
Karkerê bi navê Yilmaz Magrur (29) ê jiyana xwe ji dest da, herî dawî di meha Hezîranê ya 2010'an de pirîmên wî ji hêla Miduryeta Perwerdeya Neteweyî ve hatine razandin, Vedat Ozden (22) jî prîmên wî herî dawî di Hezîrana 2017'an de li ser Şirketa Pek-er Înşaatê hatine razandin. Karkerên bi navê Siddik Kabak (18) û Mehmet Îzer (40) jî qet sîgorteyên wan nehatine razandin.