Buhayê benzînê derket 5.50 TL, motorîn jî bû 5 TL

ENQERE - Hikûmet ku di warê aborî de ketiye tengasiyê, li ser benzînê 12 qirûş û motorînê jî 17 qirûş zem kir. Li Stanbolê piştî zem hat kirin, bûhayê benzînê derket 5.50 TL û yê mortorînê jî bû 4.93 TL e.  

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê, mîna zem li welatiyan vedigere û her ku diçe mezintir dibe. Hikûmetê 12 qirûş li ser bezînê û 17 qirûş jî li ser motorînên zem kir. Dê sibe ev yek bike dewrê. Piştî zema hat kirin li Stenbolê, bûhayê benzînê derket 5.50 TL û yê motorînê jî derket 4.93 TL’an. Herî dawî di 26’ê Cotmehê de 9 qirûş li benzînê hatibû zêde kirin û di 8’ê Îlonê de jî bûhayê motorînê hatibû zêdekirin.