Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye

img
WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hatibû kirin, cihê serokên daîreyan û karmendên wan guherandibû. Li ser vê serokên daîreyan û karmend doz vekiribûn. Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Erziromê di biryara xwe de diyar kir ku guherandina cihê peywirê ne li gorî fêdeya cemaweriyê ye û xebatkaran mafdar derxist. 
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, qeyûm cihê gelek karmend û serokên daîreyan guherandibû. Xebatkarên şaredariyên yên cihên wan hatibûn guherandin serî li Dadgeha Îdare ya Wanê dabûn. Lê dadgeha li Wanê serlêdan red kiribû. Li ser vê xebatkarên şaredariyê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê dan. Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê xebatkar mafdar derxistin û di biryara xwe de destnîşan kir ku ya hatiye kirin ne li gorî fêdeya cemaweriyê ye. 
 
NE LI GORÎ HIQÛQÊ YE 
 
Di biryara li hemberî pêkanîna qeyûm hat dayîn de hat diyarkirin ku tişta hatiye kirin ne li gorî hiqûqê ye. Di biryarê de bi şertê rêya Şûraya Dewletê li ber vê yekê vekiriye hikum da. 
 
MA / Mujdat Can