Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne

img
ÎZMÎR – Karkerên ÎZBANÊ ku ji ber daxwaza wan a ji bo zemkirina meaş nehat qebûlkirin 4 roj in di grevê de ne. Karkeran got: "Heta daxwazên me neyên qebûlkirin wê greva me dewam bike. Bila greva biqede, da em jî gelê Îzmîrê veguhêzin." 
 
Piştî Sendîkaya Karkerên Rêya Hesinî (Demîryol-Îş), daxwaza zemkirinê ya ji sedî 19.43 a Şîrketa Anonîm a Pergala Banliyo ya Îzmîrê (ÎZBAN)  qebûl nekir, 343 karker li navçeya Konakê li ber Gara Alsancakê dest bi grevê kirin. Çalakiya karkeran di roja 4'an de ye. Karkeran destnîşan kir ku eta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê greva wan dewam bike. 
 
‘KES GREVÊ NAXWAZE' 
 
Endamê Desteya Rêvebir ê sendîkayê Celal Dagaşan, destnîşan kir ku wexta ew zema daxwaza dikin bi dest bixin ew ê vegerin ser kar. Dagaşan, bilêv kir ku kes naxwaze têkeve grevê û got: "Wexta em neketana grevê wê her roj ji mafê me biatana xwarin. Lê belê heta em her roj bimirin, em carekê bimirin çêtir e. Wexta ev şert û merc baş nebin, tu wateya xebatê jî tune ye. Em di sînorê birçîbûnê de dijîn. Çalakiya me ne li hemberî kardêr an jî rêwiya ye. Em ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe têdikoşin. Kardrê daxuyanî dan û daxuyaniyên wî ne rast in. Em doza hejmareke mezin nakin. Li Tirkiyeyê keda karkeran tê xwarin. Xebatkar jî li hemberî vê têdikoşin. Bila rojek berî rojekê daxwazên me bên qebûlkirin. Neyta me û şovkirinê tune ye. Heta daxwazên me neyên qebûlkirin em ê di grevê de bin. Bila grev biqede, da em jî karibin gelê Îzmîrê veguhêzînin." 
 
’56 KES BI MEAŞÊ KÊMTIRÎN DIXEBITIN' 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Demîryol-Îş a Îzmîrê Huseyîn Ervuz jî da zanîn ku di nav kesên di grevê de teknîker, teknîsyen, makînîst, operastor û kesên di qadên cuda de dixebitin hene. Ervuz, destnîşan kir ku herî zêde makînîst di grevê dene û kesên dixebitin sibehê saet di 5'an de dest bi kar dikin û wiha got: "Kar heta yekê şevê naqede. Ev awayê belawela yê xebatê tesîrê li malbatên xebatkaran jî dike. Ji ber vê me doza prîma vardiyayê kir. Lê belê daxwazên me nehatin qebûlkirin. 56 kes bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Ev meaş jî ji ber enflasyonê bêqîmet e. Kesên di navbera 2017-2018'an de dest bi kar kirin meaşê wan daket 2 hezat û 29 lîreyan. Ev bi vî awayî dewam dike. Kardêr daxuyanî daye. Di peyama xwe de gotoye hejmarên wan ên nêvengî û herî kêm in. Wateya vê çî ye, me jî fêm nekir. Bila van hejmaran bidin ber me, em ê dev ji her tiştî berdin û peymanê îmze bikin." 
 
Ervuz, da zanîn ku roja ÎZBAN nexebite wê rojê 462 hezar lîre zirarê bike. Ervuz, diyar kir ku eta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike.