'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'

img
 
MÊRSÎN - Sekretera KESK'ê Gulîstan Atasoy ji bo mîtînga wê di 15'ê Kanûnê de li Edeneyê li dar bixin bi dirûşmeya "Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin" herkesî vexwand mîtîngê. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşmeya "Li hemberî xizanî, betalî, newelehiyê em bi hev re bitêkoşin" wê ji bo mafên karker û kedkaran dakeve kuçeyan. Di vê çarçoveyê de KESK mîtîngên herêmî organîze dike. Piştî mîtînga 9'ê Kanûnê ya li Samsûngê wê vê carê jî di 15'ê Kanûnê li Edeneyê, di 16'ê Kanûnê de li Amedê û di 22'yê Kanûnê de jî li Stenbolê mîtîngan li dar bixe. Wê mîtînga li Edeneyê li Qada Ûgûr Mûmcû bê lidarxistin. Sekretara Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy û Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Îbrahîm Kara rewşa heyî ya karker û ledkaran nirxandin. 
 
ATASOY: CIVAK BU DU PERÇE 
 
Atasoy, diyar kir ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e di warê aborî de pirsgirêk hene û 2 sal in bi Rewşa Awarte re zext û zoriyên li ser karker û kedkaran zêde bûne û ji ber îktîdara siyasî nikare bi rê ve bibe pirsgirêk kûrtir bûne. 
 
Atasoy, destnîşan kir ku AKP civakê kiriye du beş û got: "Di nav vê berberîbûnê de derdoreke bîadî AKP'ê dike û her tiştê AKP'ê wekî qanûn dihesibîne heye û li hêla din jî derdoreke dixwazi li devereke aştî û demokrasî lê hebe bijî heye. Lê belê bi Rewşa Awarte re zext û zoriyên li ser vê derdorê pir zêde bûn. Ev rewş piştî Rewşa Awarte veguherî rewşeke mayînde. Em her roj bi zext û zoriyan şiyar dibin. Her roj rojnamevan, siyasetmdear, sendîkavan, mirovên zanyar û jin tên binçavkirin û girtin. Em bawer dikin her hilbijartin herêmî nêz bibe wê ev pêkanîn zêdetir bibin. Em ê li hemberî van pêkanînan di 15'ê Kanûnê de mîtîngekê li dar bixin. Ev mîtîng girîng e." 
 
‘KESÊN BÛN SEDEMA KRÎZÊ BILA BEDÊLÊ BIDIN' 
 
Atasoy, Atasoy, destnîşan kir ku ew bi vê mîtîngê dixwazin kesên dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn, bi keda xwe jiyana xwe didomînin, jin, gel, kedkar, ciwan û betalên dixwazin bi awayekî azad bijîn bînin cem hevdu. 
 
Atasot, bilêv kir ku AKP ji bilî bêhiqûqîtî, bêedaletî û krîza aborî tiştek neaniye Tirkiyeyê û divê li hemberî polîtîkayên çewisandinê yên îktîdara siyasî aştî, demokrasî û edalet bê parastin. Atasoy, diyar kir ku îktîdar dixwaze karker û kedkar bedêla krîza aborî bidin û got: "Em ê bedêla vê krîzê nedin. Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin." Atasoy hemû karker, kedkar û gel vexwand mîtîngê."  
 
KARA: PIRSGIRÊKA NEBIRÊVEBIRINÊ HEYE 
 
Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara jî, destnîşan kir ku bi krîza aborî re îktîdara siyasî êdî nikare welat bi rê ve bibe. Kara got: "Îktîdar dixwaze bi zext û zoriyan pirsgirêka nebirêvebirinê çareser bike. Bi zext û zoriyan bi ser kesên doza mafên xwe dikin de diçe." Kara bal kişand ser daxuyaniyên ji hêla îktîdarê ve tên dayîn û tê gotin "krîz tune ye" jî got: "Em bi zemên her roj tên kirin vê krîzê dibînin. Ji alvêra li bazarê bigire hemû pêdiviyên sereke ji sedî 100 biha bûn. Krîz wekî hincet tê nîşandan û karker-kedkar di şert û mercên neewlehiyê de tên xebitandin." 
 
Kara, destnîşan kir ku AKP dixwaze bedêla krîzê li kedkaran bar bike û got: "Em kedkar dibêjin; me ev krîz neafirandiye. Em dixwazin kesên bûne sedema krîzê bedêlê bidin." Kara ji bo mîtîngê bang li herkesî kir. 
 
MA/ Cemil Ugur