Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin

img
RIHA - Esnafên Bazara Sîpahiyê diyar kirin ku ew her sal dibêjin xwezî bi par. Esnafan got, bêyî ew serfetihê bikin dikanên xwe digirin û diçin malên xwe. 
 
Li Rihayê esnafên Bazara Sîpahiyê ya li Gola MAsiyan, ji ber krîza aborî kar nakin. Li bazarê 40 dikan hene û li van dikanan amûrên bi destan hatine çêkirin, xalîçe, êleg, sijde, qociz û kulav tên firotin. Esnafan got bêyî ew serfetihê bikin diçin malê. 
 
Esnaf Halîl Çeçen (63), diyar kir ku li bazarê ew xalîçeyên bi destan tên çêkirin difiroşe. Çeçen, bilêv kir ku xwecihên Rihayê eleqeyeke zêde nîşanî xalîçeyên didan lê belê ji ber mirov nikarin êdî tiştekî bikirin her diçe eleqeya ji bo xalîçeyan jî kêm bûye. Çeçen, anî ziman ku karê niha dika karê bav û kalê wî ye û loma ew vî karî dike. Çeçen got: "Zarokatiya min li vê bazarê derbas bû. Wê çaxê liv û tevgera li vir zêde bû. Çi feqîr çi dewlemend, ferq nedikir. Lê niha dewlemend zêde dewlemend in, feqîr jî zêde feqîr in. Pêdiviya me berê bi turîstan tune bû. Şêniyên Rihayê alvêr dikirin. Me bi pereyê wan debara xwe dikir. Lê niha ev nemaye. Krîz heye. Mirov ji tirsa newêrin pereyê xwe xerc bikin." 
 
'KRÎZA HERÎ MEZIN' 
 
Çeçen, destnîşan kir ku di 10 salên dawî de krîzê niha ew pê re rû bi rû mane krîza herî mezin. Çeçen, anî ziman ku kirêya dikanan 4 hezar û 400 lîre ye û îsal ji ber kirêyên wan ji sedî 10 hatine zêdekirin êdî nikarin heqê kirê jî bidin. Çeçen got: "Êdî em bi hesreta mişteriyan e." 
 
Îsmaîl Bulbul ku 20 sal in dikana wî li Bazara Sîpahiyê ye got: "Extiyarê vê xanê her sibeh duayan dike. Piştî duayan em dikanê xwe vedikin. Ev ji bo bereketa zêde bibe tê kirin. Lê belê niha ne bereket maye ne jî tahm. Ma kar heye ku bereket hebe. Ji ber kar tune ye, em her sal dibêjin xwezî bi par. Em pereyên xwe yên heyî dixwin. Wexta ew jî biqede, em nizanin em ê çi bikin." Bulbul, berê wan bi tomerî xalî û xalîçe difirotin Stenbol û gelek bajarên din û got: "Rewşa aboriyê nebeş e. Êdî kes bi tomerî jî nakire. Ger ji destê min bihata min ê karekî din bikirana. Çimkî êdî li vê bazarê nan ji me re nemaye."