Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin

img
AMED - Abbas Şahîn, banga beşdarbûna mîtînga KESK’ê ya sibe li Amedê bê lidarxistin kir û got: “Di kokên krîza aborî ya bandorek mezin li ser kedkaran dike de pêkanînên dij demokratîk hene.” 
 
Mîtîngên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ên “Li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê bi hev re têkoşîn” berdewam dikin. Mîtîngên herêmî yên li Îzmîr, Stenbol, Amed, Wan, Bedlîs, Xerpît, Meletî, Dersim, Semsûr, Riha, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê bên lidarxistin di 9’ê Kanûnê de li Semsûnê hat lidarxistin û dê di 17’ê Kanûnê de jî li Îzmîrê bê lidarxistin.  Mîtîngên ku îro dê li Edeneyê û sibe jî li Amedê bên lidarxistin, berdewam dikin. Ji bo mîtîngan bangên beşdar bûnê tên kirin.  Mîtînga Amedê dê sibe li Qada Îstasyona Amedê bê lidarbixe. Endamê Komîteya Amadekar ê Mîtîngê û Hevserokê Şaxa Hejmara 3 a Egîtîm Senê yê Amedê Abbas Şahîn, ji bo beşdarbûna mîtîngê bang kir û wiha axivî: “Krîza aborî herî zêde li ser kedkaran bandor dike.” 
 
‘DÎROK XWE DUBARE DIKE’
 
Şahîn, diyar kir ku dîrok tim xwe dubare dike û wiha got: “Butçeya şer bû sedem ku împaratoriya Osmaniyan têk biçe. Niha jî ev yek tê kirin. Hiqûq û demokrasî ji holê kirin. Krîza aborî ya di serdema Osmaniyan de, di dema îstîbdat de derket holê û di dema desthilatdariya AKP’ê de jî, di şert û mercên faşîzmê de krîza aborî derket holê.”
 
‘KRÎZ DÊ KÛRTIR BIBE’
 
Şahîn, da zanîn ku krîza aborî dê  di sala 2019’an de kûrtir bibe û wiha bilêv kir: “Ji ber vê çalakiyên me dê bi van mîtîngan re sînordar nemînin. Hemû pirsgirêkên heyîn civakê eleqeder dikin. Emê di vê çarçoveyê de gel bixwin navenda çalakiyên xwe.”  
 
‘BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR’
 
Şahîn, xwest gelê herêmê beşdarî mîtîngan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yek ji dirûşmeyên me yên sereke ‘Butçeya ji bo gelê xizan, ne ji bo şere.’ Ji ber ku di encama polîtîkayên şer de krîza aborî derket holê û ev krîz herî zêde li ser gelê me bandor dike. Em dixwazin gelê me jî li hemberî vê bi hestiyar tevbigerin. Ji ber krîza aborî êdî gelê me nikare tiştekê ji bo xwe bikire. Em bang hemû gelê xwe yê herêmê dikin ku beşdarî mîtîngê bibin.”