Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê

img
AMED - Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" mîtîng li dar xistin. Bi hezaran kes herikîn qada îstasyonê û tev li mîtîngê bûn. Kedkarên beşdarî mîtîngê bûn diyar kirin ku ew fatûra krîzê nadin. 
 
Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng pêk anîn. Kedkar ji çar aliyan ve ketin qada mîtîngê û di kontrola polîsan re derbasî qadê bûn. Polîsan li dervê qadê tedbîrên mezin girtin. Li qada mîtîngê pankartên “Zimanê zikmakî azadiya me ye" “Bijî têkoşîna ked û demokrasiyê", “Li dijî xizanî, betalî û nelirêtiyê em bi hevre têbikoşin", “Jin jiyan azadî”, “KHK dê biçin emê vegerin" û “Keda mirov nayê cudakirin vekirin." 
 
PARTIYÊN SIYASÎ JÎ TEV LI MÎTÎNGÊ BÛN
 
Endam û rêveberên KESK, DÎSK'ê ji çar aliyan tev li mîtîngê bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Karker û kedkarên tev li mîtîngê bûn bertekên xwe yên li dijî hikûmetê anîn ziman. Karker û kedkaran bi dirûşme, pankart û dowîzan bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di mîtîngê de Hevkerokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Musa Farisogullari, Remziye Tosun, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Filiz Buluttekin, DBP ya Amedê Naşide Toprak û İbrahim Çiçek, endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê, CHP û ESP'ê jî tev li mîtîngê bûn. 
 
Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Abbas Şahin bi hezaran kesên li qadra Îstasyonê kom bûn silav kir û diyar kir ku vîna gelan a siyasî hatiye dîlgirtin û wiha got: "Birêz Leyla Guven dest bi çalakiya grevê kir. Gireva bi Birêz Guven dest pê kir îro li her derê belav dibe. Lê hikûmet û rayedar li hemberî van daxwazan ker, kor û lal in. Ji bo vê vînê bişkînin hêzê dixin meriyetê. Em van êrîşan şermezar dikin.  Bêyî ku girtî li girtîgehan canê xwe winda bikin daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û pêk bînin. Gelê kurd û tirk tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye. 
Serokomar daxwazê me yê herî zagonî û demokrakratîk bi tundî û êrîşan ditepisîne. Îro welat bi krîza aborî re rû bi rû ye. Îktîdara AKP'ê ev krîz ava kir. AKP'ê di 14 salan de welat xist nava deynan.  Hikîmetê welat kir sergoyê hêzên navdewletî. Armanc dikin ku gelê me bikin kole. Em destur nadin vê yekê. Encama polîtîkayên aborîyê welat ketiye vî halî. Ji ber polîtikayên ewlehiyê û qedexe krîz kûr dibe. 
 
NE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD KRÎZÊ KÛR DIKE
 
Şahin, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurd jî nayê çareserkirin krîzê bêtir kûr dike û wiha bi dawî kir: "Bi van pirsgirêkan wekî bekaya welat nîşan dide. Ji bo daxwazên gelê kurd nedin hezar teqleyî didin xwe. Ji Çil rûbaran avê tînin aş. Lê kurd dest ji van daxwazen xwe bernadin. Xwestin rê li pêş mafê azadî û hiqûqê yê tevgera çep û sosyalîst biigirin. Lê bi ser neketin. Gel di hilbijartinê de nîşanî îktîdarê da ku mafê xwe bi destê îktîdarê de bernadin. Gel bli ser ket." 
 
Şahîn herî dawî destnişan kir ku bi KHK'yan bi hezaran mirov îxrac bûn û mexdûr bûn û wiha bi dawi kir: "Bi sed hezaran mirov îxrac bûn. Çapemeniya azad hat bêdeng kirin. Pêkanînên dij demokratîk qanûna 1982'an jî bi tu tiştî nahesibîne. Ev rewş îktîdara faşîzmê ye. Ewlehiya kar û tenduristiya karkeran ji holê rabûye." 
 
 
Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya demî Dilan Yakut jî anî ziman ku Modernîteya kapitalist bi mirin, zilm û tundiyê hewl dide xwe li ser piyan bihêle û wiha got: "Bi KHK'yan ewlehiya kar ji holê rabû. Em tu carî serî natewînin. KHK dê biçin û em dê bi ser bikevin. Keda jinê ya li malê nayê dîtin û her dem zarok û karê hundir dane ser pişta wan. Krîza aborî birînek mezin li ser pişta jinê vekiriye. AKP û Qesrê her dem êrîşî keda jinê kiriye û xwestiye jinê bê vîn bihêle. Lê bi ser nakeve."