330 hezar kes li bêkaran zêde bûn

img
ENQERE – Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha îlonê de hejmara bêkaran 330 hezar zêde bûye û hejmara bêkaran gihîştiye 3 milyon û 749 hezaran. Rêjeya bêkariyê jî derketiye ji sedî 11,4’an. 
 
Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîkên meha îlonê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê li tevahiya welêt li gorî daneyên îlona 2018’an li gorî daneyên sala bihûrî 330 hezar kes li bêkariyê zêde bûye û hejmara bêkaran derketiye 3 milyon û 749 hezaran. Rêjeya bêkariyê jî 0,8 puan lê zêde bûye û derketiye asta ji sedî 11,4’an.