Kedkar: Çareseriya krîza aborî aştiya bi kurdan re pêkan e

img
AMED – Kedkaran da zanîn ku sedemê bingehîn ê krîza aborî polîtîkayên şer in û çareseriya krîza aborî jî “aştiya bi kurdan” re nîşan dan. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşma “Fatûra krîzê ne kedkar bila yê ku krîzê diafirînin razînin” li Amedê mitînga herêmê li dar xist. Bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn û daxwazên xwe yên li dijî krîza aborî anîn ziman. Kedkarên beşdarî mitîngê bûn bandora krîza aborî ya li ser kedkaran ji ajansa me re nirxandin. 
 
‘BEDELA KRÎZÎ FEQÎR DIDIN’ 
 
Îlhan Bîçer: Krîza aborî hemû jiyana me xistiye bin tesîra xwe. Bedelê vê yekê jî bi feqîran didin razandin. Di krîza aborî de hemû rayedarên hikûmetê û derdora wan dewlemend in. Feqîr hin bêtir hatin feqîrkirin. Li her deverê krîz heye. Herî zêde jî ev yek li metropolan xuya dike. 
 
‘ÇARESERÎ EW E BI KURDÎ RE AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’ 
 
Hasîp Ozdemîr: Polîtîkaya aboriya dewletê ya ji ku kurdan tune ye. Ji ber vê yekê jî krîza aborî ya li welêt bandorek neyînî li ser me dike. Tekane çareseriya vê yekê heye, ew jî divê bi kurdan re li ser aştiyê li hev bikin. Çi dibe bila bibe lazim e bi kurdan li hev bikin û aştiyek mayînde ava bikin. 
 
‘GEL NIKARE DEBARA XWE BIKE’ 
 
Ridvan Ablak: Tevî em bi şev û roj dixebitin jî lê derfetê me ji bo kirîn tiştekî nemaye. Her tişt ji sedî sed zem bûye. Lê meaşên kedkar û karkeran biha nabe. Mirov dê çawa bi buhayên asgarî debara xwe bikin. Wê însan çawa li zarok û mesrefên wan binêrin? Her kesî ji kar derxistin. Hemû şaredariyan xesp kirin. Qeyûm tu xebatê nakin. Pereyê tê jî hemû li hev belav dikin. 
 
‘PERGAL DIXWAZE JINAN HEPS BIKE’ 
 
Aynur Ozbadem: Polîtîkayên dewletê yên antîdemokratîk gel birçî dihêle. Lê bila viya neyê jibîrkirin, heta niha hemû dewletê bi faşîzmê welatan birêve birin dawiya xwe anîne. Wê ev pergal jî dawiya dawî têk biçe û serkeftin dê bibe ya me. Pergala niha dixwaze jinan hemû li malê û girtîgehê heps bike. Jin guh nadin vê yekê û li qadan daxwaza mafên xwe dikin. 
 
‘EM Ê BI DENGÊ XWE WAN CEZA BIKIN’ 
 
Suzan Çelebî: Bila hikumeta ku berpirsa vê fatûreya krîza aborî ye fatûreyan razîne em ranazînin. Em ê bi dengên xwe wan ceza bikin. Em ê wan efû nekin. Çimkî ji bo siberojê tu tiştek nehiştin. Li cihê demokrasî tune be, rewşa aborî jî dê nebaş be. Wê ev roj jî derbas bibin û dê hesabê vê yekê bidin. 
 
‘BILA DEV JI POLÎTÎKAYÊN ŞER BERDIN’ 
 
Nerîman Yilma: Sedemê herî mezin a vê krîza aborî şerê li herêmê ye. Ez jî hatim îxrackirin. Piştî şerê li herêmê krîza aborî anîn. Ev yek jî ji sedî sed bandorek neyînî li ser civakê dike û gel têk bir. 
 
Nuşat Yeşîl: Piştî îxrac bûm hema bêje em nikarin pêdiviyê xwe jî pêk bînin. Sedemê sereke yê krîzê şer e. Em şer naxwazin butçeya ji bo kedkaran dixwazin. Hilberînê li welêt xelas kirin. Xerckirina beredayî têra hemû welat dike. Her tiştî hildan bin tekela xwe. Divê demildest dest ji polîtîkayên şer berdin. Dawîanîna şer çareserkirina krîza aboriye.