Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir

img
AMED – Odeya Bijîşkên Amedê banga beşdariya doza bijîşkan li hempîşeyên xwe kir û got ew ê di 26’ê mehê de li Mêrdînê bin û di 27’ê mehê de jî li Enqereyê tev li danişîna hekîman bibin. 
 
Endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) bi sernavê “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” daxuyanî dabûn û li dijî şer derketibûn. Ev daxuyanî bû sedemê doz vekirina bijîşkan. Danişîna doza ewil a bijîşkan dê di 27’ê kanûnê de li Enqereyê bê dîtin. Odeya Bijîşkan a Amedê jî têkildarî danişîna bijîşkan li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Sekreterê Odeyê Dr. Orhan Îlîm û ya metna tirkî jî Serokê Odeyê Dr. Mehmet Şerîf Demîr xwend. 
 
Orhan Îlîm bi bîr xist ku Rêveberen Navenda Bijişkên Tirkiyeyê di 24 çileya 2018’an de li dijî operasyona Efrinê bi şîyara “Şer li dijî tenduristîya gelan pirsgirêkeke” ji raya giştî re daxuyaniyek parve kiribû û hefteyek piştî vê daxuyaniyê rêveberên navenda wan hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatin berdan. Îlîm got piştî lêpirsînê doz li rêveberên wan navendê hatiye vekirin û dê danişîna dozê ya ewil dê di 27’ê kanûnê de li Dadgeha Enqereyê bê dîtin. 
 
‘PARASTINA JIYANA MAFÊ XWEZAYÎ YE’ 
 
Îlîm da zanîn ku şer tenê mafên li alîgirên şeran tehdît nake, di sêrîda mafên jîyana zarokan, ducanîyan, jînan, kal û pîran ji destê wan distîne û şer tê wateya rakirina derfetên nojdarîkirina nexweşan, derketina pirsgirêkên derdorî, birçîbun, xizanî û mirinê. Îlîm got ji ber van hemû sedeman sekna bijîşkan a ya li dijî şer wek seknek xwezayî ye û bijîşkên Nunertîya Şanaziya Bilind a Navenda Bijîşkên Tirkiyê kirine Prof. Dr. Gencay Gursoy, Prof. Dr. A.Ozdemîr Aktan, Prof.Dr. Rezan Tun û Prof. Dr. Şahîka Yuksel tên darizandin. Îlîm got hevalên wan peywîra xwe ya parastina mafê jiyanê û aştiyane pêk anîne û bijîşk li dijî polîtîkayên zilmê tu carî dev ji erka xwe ya civakî bernadin. 
 
‘EM BEŞDARÎ DOZAN BIBIN’ 
 
Îlîm danişîna doza “Ambulansê ya Cizîrê” ku xebatkarên tenduristiyê jê tên darizandin dê di 26’ê kanûnê de li Dadeha Mêrdînê bê dîtin  û bang li xebatkarên tenduristiyê kir beşdarî dozan bibin û hevalên xwe bi tenê nehêlin. Îlim diyar kir ku ew di 26’ê mehê de li Mêrdînê û di 27’ê kanûnê de jî li Enqereyê dê beşdarî danişînên hempîşeyên xwe bibin.