Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir

img

DÎLOK – Li Dîlokê yek ji hunerên destkariyê ya girîng yemenîvanî jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Hosteyê yemeniyan Adil Keskînsoy, diyar kir ku ji ber maliyet zêde bûye êdî kes xweşikî yemeniyan nakire. 

Li Dîlokê yek ji hunerên destkariyê ya girîng jî yemenîvanî ye û li hemberî pêşveçûy,na teknolojiyê li ber xwe dide. Hosteyê yemeniyan Adil Keskînsoy, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û zêdebûna maliyetê rewşa karê wan xirab e. Keskînsoy, da zanîn ku par wan cota yemeniyan bi 55 lîreyan çêdikir lê niha ew bi 70 lîreyî çêdikin. Her wiha Keskînsoy got malzemeyên wan jî ji sedî 50 biha bûne. 
 
‘TURÎST JÎ ÊDÎ TENÊ DINIHÊRIN Û DIÇIN' 
 
Keskînsoy, bilêv kir ku hem yemenî hem jî berên din ên ew çêdikin ji ber piranî di havînê de tên bikaranîn, zivistanê kes pir wan nakire. Keskînsoy, diyar kir ku ew zivistanê amadekariya havînê dikin û yemeniyên niha çêdikin stok dikin. Keskînsoy got: "Par rewşa kar nebaş bû. Li gor pitir par rewş xirabtir bû. Her sal rewşa karê me xirabtir dibe. Ji ber vê qezenca me jî kêm dibe. Tûrên turîstan jî kêm bûne. Par hêvî hebû, lê dîsa jî wek me derneket. Turîstên tên jî tenê lê dinerin û diçin. Berê rewşa me baş bû. Turîstên xwecihî tişt dikirîn." 
 
Keskînsoy, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna enflasyonê malzemeyên wan jî bihabûne. Keskînsoy, diyar kir ku maliyeya yemeniyekê bi 70 lîreyî ye, lê belê ew bi 80 lîreyî difiroşin. Keskînsoy, da zanîn ku peragendecî bi 70 lîreyî ji wan dikirin, lê li dor 120 lîreyî jî difiroşin. Keskînsoy got: "Koseleya em di çêkirina yemeniyê de bi kar tînin berê 23 lîre bû, niha bi 34 lîreyî ye. Zemq, çerm, bizmar û benikê em bi kart tînin ji sedî 50 biha bûn. Yanî maliyet zêde bû. Ya dibe jî bi keda me dibe. Maliyet zêde bû, lê dîsa jî me fiyet biha nekirin. Em bi fiyetê berê difiroşin. Çimkî kar tune ye. Eger em zem bikin wê ke snekire. Jixwe êdî eleqe ne wekî berê ye. Zemên tên kirin pişta me şikandin." 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN' 
 
Keskînsoy, diyar kir ku ji bo pîşeya wî winda nebe heta ji destê wî bê ew ê li ber xwe bide û got: "Yemenî tiştekî pir cuda ye. Li cîhanê hemtayê wê tune ye. Gelek fêdeyên wê jî hene. Xwêdanê nade, bêhn jê nayê. Ceryana wicûd digire. Yanî yemenî wekî bijîşkan e. Em nabêjin em ê dev ji karekî wisa berdin. Em tenê bi vî karî dizanin. Ji ber qezenca yemeniyê kêm bûye, li bajêr tenê 8 atolye mane. Li 8 atolyeyan bi giştî 150 kes dixebite. Yanî 150 kes û malbatên wan debara xwe bi vî karî dikin. Li Dîlokê sektoreke girîng e. Wekî din çareyek tune ye, em ê li ber xwe bidin."