Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin

img
STENBOL - Sendîkayên DÎSK û  KESK'ê û odeyên TMMOB û TTB'ê bi dirûşmeya “Em li dijî xizanî, betalî û bê ewlehiyê bi hevre têbikoşin" dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bîne. Sendîka û Odeyan beriya mîtîngê bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin. 
 
Sendîkaya kedkaran KESK, Sendîkaya karkeran DÎSK, Odeya Endezyar û Mîmaran TMMOB, Odeya tabîban TTB, bi dirûşmeya “Em li dijî xizanî, betalî û bê ewlehiyê bi hevre têbikoşin" dê di 22'ê Kanûnê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bînin. Sendîka û Odeyan bi armanca banga mîtîngê bikin li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya Stenbolê ku li Taksimê ye civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona civînê pankarta “Li dijî kirîzê, ji bo parastina mafê kedê em li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bin." vekirin. Di civînê de Sekreterê Lijneya Koordina Bajar a Stenbolê ya TMMOB'ê Cevahir Efe Akçelîk, diyar kir ku krîza îktîdarê encama polîkayên şaş ên îktîdarê ye û wiha got: "Dixwazin barê krîza aborî bide ser pişta karker û kedkaran. " 
 
Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Mesut Mekî jî daxuyanî da û wiha got: “Em bedelê vê krîzê nadin. Wateya vê krîzê ji bo milyonan karker û kedkaran tê wateyê ku ev welat nayê jiyîn. Meseleya sereke fatûra vê krîzê dê kî bide. Ji 3 paran 2 par deysê sektorên taybet û pankayan e. Aydî van sektor û bankayan 467 milyar dolar deynê derve heye. Dixwazin deynê van sektor û bankayan bidin ser pişta gel. Dixwazin vî deynî bi gel bidin dayîn û bidin ser pişta gel. Lê em vî deynî û fatorayan nadin. Divê bedelê vê krîz û van deynan ne ji sedî 99, divê ji sedî 1 ku xwedî sermaye ne û welat xistiye vî halî bidin. Em bang li hemû karker û kedkaran dikin ku di 22'ê Kanûnê de saet di 14.00’an de li qada Azadiyê (Ozgurluk) ya Bakirkoyê ya Stenbolê tev li mîtînga me bibin. Divê her kes dengê xwe bilind bikin.