Gel birçî dihêlin milyaran ji bo ewlehiya xwe vediqetînin

img

STENBOL - Serokên rêxistinên kedê yên wekî KESK û DÎSK'ê, butçeya sala 2018'an nirxandin, diyar kirin ku hikumeta ku di warê zema kêm de xebatan dimeşîne ji bo xerçkirinên leşkeriyê beşeke zêde vediqetîne, lê fatûreya zêde jî li kedkaran dibire.

Pêşnûmaya Qanûna Butçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018'an radestê Komîsyona Butçe Plan a Meclisê hat kirin û li meclisê tê dîtin. Li gorî pêşnûmayê, ji butçeya sala 2018'an, lêçûnên butçeyê 762,8 milyar TL ye, hateyên butçeyê 696,8 milyar TL, hateyên bacê 599,4 milyar TL, vebûna butçeyê jî 65,9 milyar TL hat girtin. Beşa îsal di butçeyê de balê dikişîne, pereyê ji bo "parastin û ewlehiyê" hatiye veqetandin e. Ji bo saziyên girêdayê parastinê 28 Milyar û 412 milyon û 101 hezar TL hat zêdekirin û 64 milyar û 306 milyon û 50 hezar TL butçeya heyî derxistin 92 milyar û 718 milyon û 151 hezar TL. 
 
Para îsal ji Wezareta Parastina Neteweyî re hatiye veqetandin îsal 40 milyar TL ye, di razemeniya destpêkê ya ji bo Serokatiya Diyanetê hat kirin jî 7 milyar û 774 milyon û 183 hezar TL hat diyarkirin. Ji Wezareta Perwereya Neteweyî re 92 milyar û 528 milyon û 652 hezar TL hatiye veqetandin û ji vê 63 milyar û 503 milyon û 243 hezar TL'yê wê ji bo personelan hatiye veqetandin. Ji bo Wezareta Tenduristiyê jî 37 milyar û 571 milyon û 386 hezar TL wekî destpêkê hat razandin û ji vê jî 16 milyar ji bo personelan hat veqetandin. Sedî 86'ê lêçûnên butçeya 2018'an pêk tê û fatûreya krîzê jî li kedkara û karkeran hat birîn.
 
'DI BIN NAVÊ BACÊ DE DÊ ZEMÊ BIKIN'
 
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku wekî her salê butçeya ku tê amadekirin, karkeran ji nedîtî  ve tên û wiha axivî: "Karker di nav sefaletê de dijîn. Heke ew qas vebûna carî hebe, sedema vê hikumet e. Di serî de gelemperiya xarin û vexwarinan, her tiştî zem dikin." Beko bal kişand ser pereyê ji bo şer û parastinê hatiye veqetandin jî û destnîşan kir ku dê fatûreya herî mezin li karkeran bê birîn. 
 
'BUTÇEYA ŞER'
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî anî ziman ku wekî hikumetên berê, di butçeya sala 2018'an de jî tiştekî nû tune, ji karkeran re tiştek nehatiye veqetandin û wiha pê de çû: "Dema em li gelenperiya amedekariya butçeyê mêze dikin, butçeya sala 2018'an wekî 'Butçeya Şer' hatiye amadekirin." Bozgeyîk derbirî ku fatûreya OHAL'ê jî li karkeran hatiye birîn û ev tişt got: "Bi taybetî li dijî butçeyeke talan û xizmeta ji bo şer, divê ji bo demokrasî û aştiyê butçe bê amadekirin û em vê dixwazin.
 
'LI DIJÎ VÊ HELWESTÊ DERKEVIN'
 
Bozgeyîn da zanîn ku CHP û HDP divê bertekên xwe bidin nîşan û wiha got: "Divê sendîka jî li dijî vê têkoşînê bimeşînin. Ev butçeya pêşeroja zarokên me jî diyar dike û ji ber wê jî divê di her warî de, çi li meclisê û çi jî li kuçeyan, divê têkoşîn bê meşandin."