Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide

img
ENQERE - Aborîzan Gaye Yilmaz, diyar kir ku di nav krîzên aborî de pêvajoya herî bi buhran stagflasyon e û rewşa aboriya Tirkiyeyê jî niha di vê pêvajoyê de ye. Yilmaz got wê AKP piştî hilbijartina herêmî berê xwe bide ÎMF'ê û wê fatûreya derkeve holê jî li civakê bê ferzkirin. 
 
Aborîzan Gaye Yilmaz a li Enstîtuya ICDD ya Zanîngeha Kassel a Almanyayê dixebite, rewşa aboriyê nirxand. Yilmaz, destnîşan kir ku geşedan û qewimînin niha di aboriyê de diqewimin ne pêkan e bi têgînên aborî bên ravekirin. Yilmaz got, krîza heyî ne krîzeke demkurt e.
 
Yilmaz, bilêv kir ku li Tirkiyeyê di serî de pîşesazê û bi giştî di hemû qdan de hilberîn di asta rawestandinê de ye û got: "Ev yek tenê ji rewşa şîrketên konkordato îlan kirine naxuyê, di heman demê de em ji şîrketên ku karên xwe dikin lê belê karkeran ji kar derdixin jî fêm dikin. Em ji serzenîşên şîrketan jî fêm dikin. Her wiha wexta mirov li daneyên mehanê yên der barê hilberînê de tên daxuyandin dinere jî, tê dîtin ku her diçe hecma hilberînê biçûktir dibe." 
 
'NAVÊ FÊ STAGFLASYON E' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ger li ber vê westdariya hilberînê enflasyon jî biçûk bûna, wê ji vê re 'resesyon' bihatana gotin û wê xal bihatana dayîn, lê belê li Tirkiyeyê rêjeya enflasyonê pir e. Yilmaz got: "Aborî topyekûn biçûk dibe û enflasyon jî mezin dibe. Di aboriyê de ji vê re 'stagflasyon' tê gotin. Yanî di nav westadriyê de enflasyon. Û di lîteratura krîzêna borî de navê vê buhran e." 
 
Yilmaz sedemên vê yekê jî wiha rêz kir: "Beriya her tiştî kêmbûna çavkaniyan. Çima Tirkiye heta niha bi tiştekî wisa re rû bi rû nema, lê niha ji ber nebûna çavkaniyan b krîzê re rû bi rû ye? Ji dawiya salên 90'î heta 2018'an li cîhanê krediyên mezin lê erzan hebûn. Pereyê me di hilberînê de bi kar dianî jî pereyên bi desyn bûn. Lê belê bi bendav, rê, pir, nexweşxaneyên mezin û wekî din çav hatin boyaxkirin û nehiştin ev bê dîtin. Kesî nepirsî gelo ev kanî ji ku tê. Piştî sala 2013'an êdî DYA û Yekîtiya Ewropayê gotin ew ê krediyê nedin welatên pêş ve diçin ên wekî Tirkiyeyê. Rojavaya cîhanê ya çavkanî peyda dikir got 'Me 10-15 salan kredî dan we, hem jî krediyên erzan. Êdî em hatin dawiya vê, pêdiviya me jî bi pereyan heye. Hûn ê niha deynên we heta niha kirine tevî faîzên wê di wext de bidin.' Û deynên niha ne wekî yên 2008'an e, maliyeta wan pir zêde bûye." 
 
'NIKARE XWE BI PEREYÊN QATAR Û YE'YÊ XELAS BIKE' 
 
Yilmaz, diyar kir ku sedemeke din a stagflasyonê jî ji ber pêvajoya dayîna deynan e û got: "Ji ber nikarin deynan bidin, wê vê carê kêmasiya dowîzan rû bide. Wexta bi kêmasiya dowîzê re rû bi rû bimînin, wê nikaribin hilberînê bikin. Wexta nikaribin hilberînê bikin wê vê carê li welatan devulasyon çêbibe û wê kûra TL-dowîzê zêde bibe. Wexta ev zêde bibe, vê carê ji bo rawestandina vê wê faîz bên zêdekirin û bi vî awayî wê welat têkevin ber çerxeke stewr. Ji ber ev yek dîtin, demildest ji TL derketin û berê xwe dan dowîzan. Ev yek bû sedema biçûkbûna pereyê me. Ev yek tê wateya ji bo hilberînê divê em îthalatê bikin. Ji bo vê jî pêdivî bi dowîzan heye. Û wê ev dowîz jî bi deynan be. Faîza deynan zêde ye. Û bi ser de devulasyon jî lê zêde bû. Li gor 5 sal berê deynkirina dowîzan hema bêje 8 qat zêdetir bû. Yanî êdî Tirkiye bi 3 milyon dolarê Qatarê û 2 milyon dolarê Yekîtiya Ewropayê (YE) nikaribe xwe xelas bike." 
 
'PIŞTÎ HILBIJARTINÊ ÎMF' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku AKP ji bo ji krîzê xelas bibe dibe ku serî li ÎMF'ê û saziyên wekî wê bide. Yilmaz, anî ziman ku AKP ji bo vê jî li benda hilbijartina herêmî ya 2019'an e û piştî hilbijartinê dibe ku biçe li deriyê ÎMF'ê bide. Yilmaz got: "Te dît wê çaxê ji bo Ecevît digotin 'welat kir muhtacê centekî.' Lê niha jî AKP welat kir muhtacê ÎMF'ê." 
 
Yilmaz, anî ziman ku piştî hilbijartinaa herêmî rojên zor û zehmet li pêşiya kedkaran e û wê piştî hilbijartinê fatûreya krîzê li civakê bê ferzkirin. 
 
MA / Selman Guzelyuz