Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin

img
ENQERE -  Butçeya Navendî ya 2019'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin tevî nerazîbûnan bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. 
 
Pêşnûmeya Zagona Butçeya Navendî ya 2019'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin li meclîsê piştî niqaşên 12 rojan bi dengê AKP-MHP'ê ve hat qebûlkirin. Niqaşên der barê butçeya 'Yek zilamî' 502 wekîl tev li niqaşan bûn, bi 335 dengan hat qebûlkirin. Hat diyar kirin ku di teklifa butçeyê de dê 949 milyar û 25 milyon û 615 hezar TL bidin îdareyên cemaweriyê, 73 milyar û 771 milyon û 848 hezar TL dê bidin îdareyên butçeya taybet, 6 milyar û 536 milyon û 982 hezar TL  dê bidin îdareya venêrtin û sererastkirinê.