DÎSK: Bi vî heqê herî kêm debar nabe

img
STENBOL – Komîsyona Tespîta Heqê Herî kêm ê 2019'an wekî 2 hezar û 20 tl aşkere kir. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku heqê herî kêm ku ji bo sala 2019'an hat diyar kirin têr nake û bi vî heqî debar nabe. 
 
 
Komîsyona Tespîta Heqê Herî kêm ê 2019'an wekî 2 hezar û 20 tl aşkere kir. Bertek û nerazibûnên li dijî vî heqî zede ne. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku heqê herî kêm ku ji bo sala 2019'an hat diyar kirin têr nake û bi vî heqî debar nabe. Çerkezoglu, daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku heqê herî kêm ku piştî 1'ê Çileya 2019'an têkeve meriyetê wekî 2 hezar û 20 TL hatiye diyar kirin û bi vî pereyî debar nabe. Lê berî her tiştî heqê herî kêm ê hatiye diyarkirin 1829 tl ye. Heqê herî kêm ew pereyê ku karsaz didin karkeran e. Bi diyarkirina vî heqî carek din karker û kedkar ê têkevin nava têkoşîna debarê. Ev pîvan di bin raqama ku TUÎK'ê diyar kiribû de ye. Bi vî heqî debağr nayê kirin. Îsal TUİK'ê wekî 2213 TL  diyar kiribû. Lê Komîsyona Tespîtê kêmî TUÎK'ê ev yek diyar kiriye. Ev ne hiqûqî ye û ne wîcdanî ye." 
 
HDP: HEQÊ HERÎ KÊM DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ RE YE
 
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Gunay Kubilay, jî têkildarî heqê herî kêm ê hat diyar kirin daxuyanî da û anî ziman ku ev heq di bin sînorê xizanî û birçîbûnê re ye. Bi zemê tê kirin êdî welatî dê di bin sefaletê de bijîn. Kubilay, destnîşan kir ku di heqê herî kêm de zêm nebûye û wiha got: "Yên ku bi heqê herî kêm bijîn dê di nava xizanî û sefaletê de bijîn. Me xwest Heqê herî kêm 2 hezar û 850 TL  be. Lê bi vî heqê hatiye diyar kirin êdî dê mirov îsal di bin sinorê xizanî û birçîbûnê de bijîn. Ev yek nayê qebûlkirin. 
 
Di meha tebaxê de berhemekî ku bi Hezar û 603 TL dihat kirîn niha bi 2 hezar û 94 TL ye. Yanî di nava salekê de 500 TL heq winda dibe. Ev rewşa şermê ye."