Ji ber bazara heywanan salê 4 caran tê girtin, rewşa sewalvanan xirab e

img

ÎDIR - Li Îdirê, bi hinceta nexweşînan di nav salê de 4 caran  Bazara Heywanan hatibû girtin. Sewalvan ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ev yek bi zanebûnî tê kirin. 

Li Îdirê, welatî bi sewalvanî û çandiniyê debara xwe dikin. Lê belê ji ber qedexekirina zozanan û bi ser de jî girtina Bazara Heywanan, rewşa cotkar û sewalvanan xirab bû. Di destpêka meha Kanûnê de bi îdiaya nexweşîna Şapê Bazara Heywanan hat girtin, lê belê piştî 20 rojan duh dîsa hat vekirin. Ji ber di nav salê de 4 caran bazar hat girtin, ev yek bandoreke neyînî li sewalvanan kir. Hayrettîn Kaya ku 25 sal in sewalvaniyê dike, bilêv kir ku rewşa bazarê qet nebaş e. Kaya, da zanîn ku di 2018'an de bazara heywanan 4 caran hatiye girtin û ev yek teqabulî 35 rojan dike. Kaya, diyar kir ku jixwe rewşa aboriyê xirabe, lê belê bi ser de jî girtina bazara heywanan bandoreke xirab li wan kiriye. 
 
Kaya, destnîşan kir ku bazar di serê vê mehê de hatiye girtin û duh careke din hatiye vekirin. Kaya got: "Bi vî awayî dixwazin rewşa aborî ya welatiyan serobino bikin. Dibêjin li Îdirê nexweşîna webayê heye. Di axurê min de jî heywan hene. Em beytaran tînin, lê belê tu enxweşîn tune ye." 
 
'HERKES MEXDÛR DIBE'
 
Kaya, diyar kir ku ew debara malbata xwe ya 10 nifûsî bi sewalvaniyê dike û got: "Wexta bazara heywanan girtîbe em nikarin heywanan bikirin û bifiroşin. Îdir bi çandinî û sewalvaniyê debara xwe dike, lê belê niha rewşa wê ya aborî qet nebaş e. Ji ber bazara heywanan tim tê girtin, herkes mexdûr dibe. Em dixwazin dawî li vê yekê bê. Esnafên li vir hemû gilî dikin. Ev yek tenê ne li me, bandorê li esnafan jî dike." 
 
'BI GIRTINÊ TIŞTEK SAFÎ NABE'
 
Kemal Kûm ku 5 sal in sewalvaniyê dike jî, destnîşan kir ku ji ber girtina bazara heywanan karê wan nebaş e. Kûm jî diyar kir ku li Îdirê piraniya welatiyan debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Kûm, destnîşan kir ku bi hinceta nexweşînan girtina bazara heywanan tiştekî 'siyasî' ye. Kûm got: "Ji bo di warê aborî de gelê kurd bitengijînin salê 4-5 caran bazarê digirin. Ger ji bo vê yekê samîmî bin, li Îdirê bi dehan beytar hene. Ev dikarin gund bi gund bigerin û pirsgirêkê çareser bikin. Bi girtina bazara heywanan pirsgirêk safî nabe. Niha 21 roj in bazara heywanan girtiye. Dibêjin ji ber nexweşînan e. Ev ne rast e. Em naxwazin bazara heywanan tim bê girtin." 
 
MA / Mujdat Can