Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin

img

STENBOL- Karkerên ku li ber Fabrîkaya Kîmyewiyên Avaniyê yên Akkîmê 94 roj in li ber xwe didin wiha gotin: “Em ê bi ser kevin.” 

Karkerên li Hadimkoya Stenbolê di Fabrîkaya Kîmyewiyên Avaniyê ya Akkîmê de dixebitin, ji ber nikaribûn bi meaşê kêmtirîn debara xwe bikin, zêdetir li mesaiye diman û meaşê xwe kirin hezar û 800 lîre. Lê belê piştî demekê, bi hinceta kar tê biçûkirin kardêr ji mesaiya karkeran birî. Li ser vê karker bûn endamê Sendîkaya Petrol-Îş’ê û dest bi fealiyetên sendîkayî kirin. Piştî hejmara karkerên bûn endamên sendîkayê zêde bûn, karkeran ji bo tespîta erkê bê kirin serî li Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakê dan. Lê belê kardêr di 31’ê Tîrmeha 2017’an de bi hinceta endamên sendîkayê ne 22 karker ji kar avêt. Paşê bi demê re hejmara karkerên ji kar hatin avêtin gihaşt 100’î. Ji van karkeran 60 jê li ber fabrîkayê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. 94 roj in karker li ber fabrîkayê çalakiya xwe li dar dixin û wiha dibêjin: “Em ê bi ser kevin.” 
 
Bavê 3 zarokan Ahmet Turan, ku du zarokên xwe dide xwendin anî ziman ku ew mehê 650 lîreyî heqê kirê dide. Turan, diyar kir ku ji bo ew mafên xwe bi dest naxin bûne endamên sendîkayê û wiha got: “Ji ber sedemên aborî bûm sendîkayî.” Turan, diyar kir ku bi saya mesaiyên zêde ew li ser piya diman û ev tişt gotin: “Dema hûn dibin sendîkayî ewlehî heye. Îkramiye heye, mesaî bi awayekî rêk û pêk e. Mesaiya zêde û hwd. bi awayekî rast tên hesibandin û beriya her tiştî mafê we yê peymanê çê dibe û şert û mercên xebatê baş dibin. Li vê fabrîkayê gelek qezayên karî diqewimin. Dema em sendîkayî bên dê ewlehiya me jî hebe. Ji ber vê ez bûme sendîkayî.” Turan gotina “Ji ber hûn sendîkayî ne netirsin” a Serokwezîr Bînalî Yildirim bi bîr xist û wiha got: “Serokwezîr dibêje ji ber hûn sendîkayî ne netirsin. Ji ber ez endamê sendîkayekê bûm ji kar hatim derxistin. Heke ez endamê 3 sendîkaya bûma, ez ê bihatama girtin?”
 
'EM JI BO KEDA XWE TÊDIKOŞIN’ 
 
Bavê du zarokan Alî Gunduz jî, got ku ji bo rewşa xeternak a li Tirkiyeyê bê dîtin divê mirov li konê ku wan vedaye binere. Gunduz, dest nîşan kir ku bêyî ku di navbera karkeran de cudahiya ol, ziman, nîjadê hebe têdikoşin û wiha got: “Di vî konî de karkerên elewî, sunî, kurd û tirk hene. Ev der wêneyekî biçûk ê Tirkiyeyê ye û em tê de ne û ji bo keda xwe têdikoşin.” Gunduz, diyar kir ku hele li Tirkiyeyê têkoşîna li vê konê xwe dide der bê dayîn dê şert û mercên aştî û demokrasiyê çê bibin û wiha got: “Mafê karkeran nayê xespêkirin.” 
 
Gunduz, anî ziman çalakiya wan bandorê li karkerên fabrîkayên din ên li Hadimkoyê jî kiriye. Gunduz got ku heta niha wan û kardêr hevdîtin çê nekiriye û wiha got: “Lê em ê bi ser kevin.”