Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû

img

AMED – Li gorî daneyên Odeya Avahîsazan a Amedê di sektora înşeatê de li Amedê ji sedî 53 rêjeya wê kêm bûye. Ev kêmbûna rêjeyê rê li ber topavêtinê vekir. Avahîsaz Arîf Îpek diyar kir ku atmosfera siyasî ya welêt di vê mijarê de xwedî rolek mezin e û rewşa sektorê ya sala 2019’an de jî ji vê rewşê ne cudatir be. 

Li Tirkiyeyê bihabûna pereyên biyanî bandorek neyînî li ser pereyê tirk kir û rê li ber krîzek kûr a aborî vekir. Krîza aborî li Amedê bandorek neyînî li ser sektora înşeatê jî kir. Di vê sektora înşeatê de dan û sitendin sekiniye. Li gorî daneyên Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê di di dala 2014’an de 3 milyon 200 hezar metreqare, di 2015’an de 2 milyon û 450 metreqare, di 2016’an de 2 milyon metreqare, di sala 2017’an de milyonek û 800 hezar metreqare înşeat hatiye çêkirin. Ev rêje di 2018’an de daket milyonek û 150 hezar metraqareyî. Li gorî daneyên 6 salan di sektora înşeatê de ji sedî 53 rêje kêm bûye. 
 
DOLAR HER TIŞTÎ BIHA KIR 
 
Bihabûna kelûpelên çêkirina înşeatê bi bihabûna dolaran re biha bû û mînak di 2017’an de tona hesin 600 TL bû lê niha tona hesin derketiye 3 hezar TL’yî. 
 
Bi kêmbûna karê înşeatê re hejmara bêkariyê jî zêde bû. Di vê serdemê de gelek avahîsaz û endezyar bêkar man. Li Amedê niha nêzî hezar endezyar û 500 avahîsaz ên bêkar hene û avahîsaz û endezyarên nû mezûn dibin jî nikarin kar bibînin. 
 
‘ME DI 2017’AN DE PÊJNA KRÎZÊ KIR’ 
 
Avahîsaz Arîf Îpek diyar kir ku di qada înşeatê ya 6 salên dawî de li Amedê ji sedî 53 rêje kêm bûye û got: “Hêj di sala 2017’an de pêjna krîza aborî dihat. Gelek fîrmayên muteahît yên sektora înşeatê xebatên xwe sekinindane. Her wiha dîsa faîza krediya konutan zêde ye û bandorek neyînî li ser firotina konutan dike.” 
 
‘HEKE REWŞ WISA BE DÊ GELEK FÎRMA TOPBIAVÊJIN’ 
 
Îpek da zanîn ku li Amedê 4 fîrmayên mezin ên înşeatê topavêtine û heke wisa dewam bike dê gelek fîrma top biavêjin. Îpek got dê topavêtin jî bibe sedema bêkariyek mezin. 
 
‘FATÛREYÊ KRÎZÊ JI KARKERAN RE TÊ BIRÎN’
 
Îpek anî ziman ku bandora neyînî ya krîza aborî li ser bajarên herêmê bêtir xwe dide nîşandan û got: “Em li vir du qat zêdetir krîza aborî hîs dikin. Sala pêşiya me jî dê ji salên din ne cudatir be. Atmosfera rewşa siyasî ya li welêt di vê mijarê de xwedî rolek mezin e. Lê fatûreya krîza kûr hemû ji karkeran û kedkaran re tê birîn. Di warê mafê bingehîn û azadiyê de divê demildest gav bên avêtin. Lazim e pêvajoya YE bê bilezkirin û rewşek her kes xwe ewle hîs bike bê dêstpêkirin.” 
 
MA / Lezgîn Akdenîz