'Dewlet sewalkariyê tune dike'

img

WAN – Biryara hikumetê ya “Goştê îthal” li bajarên kurdan sewalkariyê anî asta xelaskirinê. Ebexiyan destnîşan kir ku tekane debara wan li ser sewalkariyê ye û bi destê dewletê tê xelaskirin û xwestin firotina goştê îthal bê rawestandin. 

Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê bi îthala goşt û sewalên zindî li bajarên kurdan sewalkariyê anî asta xelasbûnê. Li herêma Wanê hema bêje debar li ser sewalkariyê tê kirin. Li gundên navçeya Ebexa Wanê jî welatiyên sewalkariyê dikin li dijî îthala goşt bi bertek in û bi zorê debara xwe dikin. Gundiyan xwest ku firotina îthala goşt bê rawestandin. 
 
‘EM NAXWAZIN GOŞT Û SEWALÊN ÎTHAL BÎNIN’ 
 
Vedat Avci yê ku nêzî 10 salan e bazirganiya sewalan dike got ku sala 2017’an salek ji wan dijwar bû. Avci destnîşan kir ku rewş ber bi nebaşbûnê ve diçe û got: “Li gel ew qas pirsgirêk hene niha jî mijara îthala goşt derxistin. Em naxwazin ev goşt bê. Em dixwazin sewalên li vir tên xwedîkirin bê firotin. Îthala goşt û sewalan zerarê dide sewalkarên herêmê. Li herêmê sewalkarî derketiye asta xelas bûnê.” 
 
'ÊDÎ EM NIKARIN SEWALAN XWEDÎ BIKIN’ 
 
Yavuz Îkez ê ku sewalkariyê dike jî diyar kir ku kirîna sewalên îthal karê wan xelas kiriye û ji ber vê mijara îthala goşt dê nikaribin sewalan xwedî bikin. Îkez da zanîn ku ew her roj diçin bazara sewalan lê nikarin tu karî bikin û got: “Tenê karek me hebû ew jî sewlakarî ye. Lê dewletê vî karî jî qedand. Em naxwazin sewalên îthal bînin herêmê.” 
 
‘DEWLETÊ SEWALKARIYÊ QEDAND’ 
 
Şaban Oztopcu jî anî ziman ku tekane debara wî li ser sewalkariyê dibe û ev tişt got: “Liv ir pîşesazî û fabrika tune ne. Yek karek em dikin heye ew jî sewalkariye. Lê dewlet dixwaze vî karî jî xelas bike. Li vir ew qas însan bi sewalkariyê ve eleqedar dibe çi hewceye ji derve sewalan bînin. Em jî hemwelatiyên vî welatî ne. Me gelek sewalan kirî lê di destên me de man. Bazirganiya em dikin jî hemû bi zerar e. Dema sewalkarî tune be kes nikare li vir debara xwe bike.”