Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike

img

STENBOL - Aborîzan Kûrtar Tanyilmaz diyar kir ku di pirsgirêka kurd da israrkirina "polîtîkaya ewlehiyê" û mudaxilbûyîna şerê li Sûriyeyê wê di budçeya 2019'an de xerckirinên ji bo parastin û ewlehiyê zêde bin û wê ji ber van xerckirinan krîza aborî kûrtir bibe. 

Krîza aborî ji ber enflasyona zêde, deynên derve û rêjeya betaliyê û westdariya hilberînê her diçe zêdetir dibe. Her wiha bi ser de jî di porsgirêka kurd de israrkirina "polîtîkayên ewlehiyê" û mudaxilbûna şerê li Sûriyeyê krîza aborî kûrtir dike. Aborîzan Kûrtar Tanyilmaz bal kişand ser vê rewşê. 
 
‘BERPIRSIYARÊ SEREKE YÊ KRÎZÊ BÛRJÛVAZÎ YE' 
 
Tanyilmaz, destnîşan kir ku berpirsê sereke yê krîzê bûrjûvazî ye. Tanyilmaz, anî ziman ku bûrjûvazî ji bo hilberîna xwe ya ji bo qezencê bike û di piyaseya cîhanê de bimîne dikeve nava hewldanan, lê belê ji bo vê jî ji derve deynan dike. Tanyilmaz, bilêv kir ku di şert û mercên krîza aborî yên cîhanê de niha ev yek dijwar bûye û got: "Her wiha tevî vê ji ber dijwarbûna krîza aborî komêên sermayeyê yên di sektora enerjî û îneşeatê de netegijin, û ji bo beriya hilbijartina herêmî daxwaza hundurîn a aboriyê teng nebe Erdogan dixwaze asta rêjeyên faîzê kêm bike. Ev yek jî dibe sedema ku sermaye bireve. Yanî berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê û Erdogan in ku 15 sal in ji bo peydakirina çavkaniyan îtirazî faîza zêde nekirin û ev rewşa pêgirtinê ji holê ranekirin." 
 
‘WÊ KÊMASIYA BUDÇEYÊ BI KRÎZÊ KÛRTIR BIBE' 
 
Tanyilmaz bi bîr xist ku di budçeyê de herî zêde par ji bo dayîna faîzên di bin banê Wezareta Xezîne û Darayiyê de hatine veqetandin û got: "Yanî çarçoveya sereke li dor pirsa 'Em ê sermayeyê çawa xelas bikin?' diçe û tê. Budçe pêşanî daye rêgirtina li ber krîza sermayeyê. Lê belê wê ev yek berkesê wê tev bigere û wê bibe sedema kêmasiya xercakirinên cemaweriyê û budçeyê û wê bi vê re krîz kûrtir bibe." 
 
WÊ ŞER KRÎZÊ KÛRTIR BIKE' 
 
Tanyilmaz, destnîşan kir ku ji bo polîtîkayên ewlehiyê û şerê li Sûriyeyê di budeçeyê de ji bo parastin û ewlehiyê pareke zêde hatiye veqetandin û wê bi vê yekê re krîz kûrtir bibe. 
 
Tanyilmaz, anî ziman ku di bin navê teserûfa cemaweriyê de xerckirinên civakî tên sînordarkirin, lê belê ligel vê di budçeyê de xerckirinên ji bo Qesrê û Meclîsê tên zêdekirin û ev yek tesîrê li kedkaran dike. 
 
‘PIRSGIRÊKA SEREKE BETALÎ YE' 
 
Tanyilmaz, diyar kir ku ji sedî 75'ê civakê ji karker û kedkaran pêk tê û herî zêde ev derdor tesîrê ji krîza aborî digire. Tanyilmaz, destnîşan kir ku her diçe para vê derdorê ya di derameta netewî de dihele. Tanyilmaz, anî ziman ku li welat pirsgirêka sereke betalî, xizanî û enflasyon e. 
 
Tanyilmaz, diyar kir ku ji bo zîndekirina aboriya ku her diçe teng dibe divê Tirkiye ji rewşa pêgirtîbûnê ya kapîtalîzmê xelas bibe û ji bo vê tevdîr bên girtin. Tanyilmaz got: "DIvê pêşî ji Yekîtiya Gumrukê derkeve û deynên derve bên redkirin. Ji bo peydakirina îstihdamê veberhênanî bên zêdekirin. Divê rê li ber mantiqa qezencê bê girtin û pêdivî bi îktîdar û hikumeteke ku pêşaniya wê peydakirina pêdiviyên mirovan, derî emperyalîzm û sermayeyê û di nav de kurd, koçber û hemû derdorên bindest hebin heye." 
 
MA / Melike Ceyhan