Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike

img

STENBOL – Aborîzan Mustafa Sonmez ku ku budçeya 2018’an wek “çiravê” pênase kir wiha got: “Ev budçe, budçeyeke ku hewl dide deynan bide deynan.” 

Piştî ku hevdîtinên Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Navendî ya Sala 2018’an li Meclîsê hatin çêkirin, aborîzan, partiyên siyasî û rêxistinên kedê bertek nîşan dan. Aborîzan Mûstafa Sonmez ku budçeya wek “budeçeya şer” pênase kir, ji bo tevahiya budçeyê got “çirav” e. 
 
Aborîzan Sonmez, balê kişand ser kêmaniya carî û budçeyê û got ku li welatekî ku kêmaniya carî û budçeyî hebe, ew welat ji bo veberhênanên biyanî ne cihekî ewle ye. Sonmez, got ku wê budçeya 2018’an jî ew budçe ye ku deynan dide deyanan. Sonmez dest nîşan kir ku li gor salên borî kêmaniya budçeyê zaf zêde bûye û dê ev yek her biçe zêdetir bibe. 
 
'LÊÇÛNÊN POLÎS Û LEŞKERAN ZÊDE DIBIN’ 
 
Sonmez got ku piştî di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP bi tena serê xwe nebû îktîdar, li hemberî siyaseta kurd şer da destpêkirin û bi vê yekê re lêçûnên leşkerî zêde bûne. Sonmez, got ku di budçeya navendî de lêçûnên polîsan ji yên leşkeran zêdetir bûne û wiha got: “Dema di 2015’an de AKP bi tena serê xwe nebû îktîdar, me dît ku lêçûnên leşker û polîsan zêde bûn. Hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmehê kirin bahane û êrîşî siyaseta kurd kirin û di budçeyê de ev yek hat zêdekirin. Heta ku OHAL dewam bike, dê budçeya navendî ji çavkaniyên ne şefaf bixwe û wê lêçûn zêde bibin.” 
 
Sonmez, diyar kir ku AKP’ya ku tim pesnê xwe bi polîtîkayên tendursitiyê dide û di vî warî de tim henekê xwe bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû dike û dibêje Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) lewitandiye, lê niha ew di SGK’ê de wiha dike û her diçe kêmaniyên wê zêde dibin. Sonmez, got ku ji ber kêmaniyê dê ji budçeyê 128 milyar transferî SGK’ê bê kirin û wiha got: “Her sal transferên bi vî rengî tên kirin. Lê belê îsal zêdetir tên kirin.” Sonmez, dest nîşan kir ku piraniya pirîmên SGK’ê nayên tehsîlkirin û kardêr dibêjin ew ne dikarin bacê bidin û ne jî pirîman û wiha domand: “Dibêjin heke em niha nikaribin bidin, ji xwe dê di pêşerojê de efû derkekeve. Ji ber vê di warê dewletê de çiraviyek heye. Dema we malek firot divê di nav 3 mehan de KDV’ya wê bê razandin. 57 milyar lîre deynê dewletê li kardêren e. Dema em bi vî awayî qeleman rêz bikin diravdaneke 430 milyarî heye ku divê bê komkirin. Lê belê AKP ji derdora sermayeyê re xwe li nedîtiyê datîne. Heke ji vî pereyî tenê ji sedî 15 jî bihatana dayîn, dê budçe evqasî kêmanî nedana.”
 
Sonmez, dest nîşan kir ku her budçeyek karaktereke xwe ya çînî heye û budçeya navborî jî ne ji bo kedkaran, xizmeta sermayeye dike. 
 
MA/Metin Yoksu