ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin

img

STENBOL – Dildara Meclîsa ÎSÎG'ê Asli Odman, diyar kir ku di sala 2018'an de di cinayetên karî de hezar û 923 karker mirine. Odman, bilêv kir ku ev karker tenê 'hêla çiyayê qeşayê ya dixuyên' e û ji ber ji bo ewlehî û tenduristiya kar tu çavkanî nayên veqetandin ev hejmar her sal zêdetir dibe. 

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), çend roj berê rapora xwe ya der barê cinayetên kar a 2018'an de daxuyand. Li gor raporê di sala 2018'an de li 81 bajarên Tirkiyeyê 119 jê jin hezar û 923 karker di cinayetên karî de mirine. Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên mirine 23 jê temenê wan di biniya 14 salan, 44 jê temenê wan di navbera 15-17 salan de ne. 
 
Dildara Meclîsa ÎSÎG'ê Asli Odman der narê naveroka rapora cinayetn kar a 2018'an de axivî. 
 
Odman, destnîşan kir ku di raporê de hejmara kesên mirine hezar û 923 ye, lê belê ev hejmara li ser asasên "herî kêm" hatine amadekirin. Odman, ji evana em ji sedî 83 ji çapemeniyê, ji sedî 17 jê jî em ji malbatên karkeran û bijîkan digirin û got: "Divê em ji vê re bêjin hêla çiyayê qeşayê ya dixuyê. Çimkî divê qezayên trafîkê û qezayên li malê yên hêsan jî li vê yekê zêde bibin ku rastî derkeve holê. Ji bilî çend mînakên di çapemeniyê de dertên hema bêje li Tirkiyeyê nexweşîna pîşeyî tune ye, çimkî li Tirkiyeyê nexweşînên pîşeyî bi pergala sîgorta û burokratîkê hatiye nixumandin. Wisa dixuyê wê îsal jî wiha be. Em nikarin întiharên li cihê kar pesend bikin. Hêla çiyayê qeşayê ya dixuyê ev e; hejmar herî kêm hezar û 923 ye." 
 
‘JIN BEDÊLÊ DIDIN' 
 
Odman, bi bîr xist par jî herî kêm 2 hezar karker mirine û herî zêde jî li Stenbol û Kocaeliyê karker mirine. Odaman, destnîşan kir ku wan di raporê de pir kêm cih daye cinayetên karkerên jin û got. "Îtihdam kêm bû û betalî zêde bû. Li vir di warê sektora sanayiyê ya Tirkiyeyê de Stenbol, Kacael,î û Bûrsa di rêza dudoyan de ne. Veşartina vê zehmet e. Sanayiyên organîzeyê jî li bir in. Li vir tenê ne projeyên înşaatê, projeyên megayî jî hene. Ji ber li van deran veşartin ne mimkun e, derdikevin pêş. Her wiha hejmara karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane jî hene. Ew jî nayên dîtin. Ji ber li kargehan jin nayên dîtin û keda wan di warê aboriyê de nayê hesibandin û wekî karker nayên hesibandin mirina wan naxuyê. Kengî dixuyên? Di sektorên çandiniyê de. Wexta li paş qamyonan tevî zarokên xwe sewqî nav erdan tên kirin dixuyên. Di warê mirina karkerên jin de em nikarin bi ser ji sedî 6-7'an bikevin. Eger ev bedêla kapîtalîzmê be, nexwe herî zêde jin vê bedêlê didin." 
 
'HÊRSA JI BO ÇÎNA KARKERAN DIDOME' 
 
Odman, destnîşan kir ku herî zêde li Balafirgeha 3'yan a Stenbolê ser îhmalkarî û cinayetên karî hatiye girtin. Odman, bilêv kir ku bêhiqûqî û hêrsa îktîdarê ya li hemberî çîna karkeran didome û got: "Ji sala 2013'an ve me bal dikişand ser mirinên li Balafirgeha 3'yan rû didan. Divê dewlet di navbera karker û kardêran de navbeynkariyê bike. Lê belê nake. Lê belê wexta yekalî tev bigere, helbet li darazê der barê mirinan de xwe lê nedîtinê datîne û bêcezatî dikeve dewrê. Ji bilî hiqûqê em bi îhmalkariyê re jî rû bi rû dimînin. Hemû îhmalkariyê pêşî daxilî nav hiqûqê dikin. Lê belê çi li bajarên kurdan û çi jî di sûcên di warê kedê de ev yek tê paşguhkirin. Mînak; Sûr bombe kirin lê paşê projeyên veguherandina bajêr dan destpêkirin. Yanî tiştekî wisa heye." 
 
'JI BILÎ TÊKOŞÎNÊ TU RÊ TUNE YE'
 
Odman, destnîşan kir ku li hemberî vê dîmenê ne hewce ye mirov behsa pergala hiqûqê ya îktîdaran bike û bal kişand ser têkoşîna malbatên karkeran a li hemberî cinayetên karî. Odman got: "Ev malbat her meh li Qada Galatasarayê têdikoşin. Ev têkoşîn pir girîng e. Malbat dibêjin 'Ez ê şîna ji bo windahiyê xwe bi daxwaza ji bo edaletê biparêzim.' Qadên giştî ev qasî ji dest me hatine grtin, li hemberî vê têkoşîna heyî jî pir girîng e. Galatasaray qadeke sembolîk e. Pêşî Dayikên Şemiyê dest bi nobeta edaletê kirin. Paşê Malbatên Karkeran ên Li Edaletê Digerin ev mîrate dewr girtin. Yek ji van malbatan Hacer Erdem digot 'Em li vir in û nobetê digirin, ji bo hûn kesên li vir derbas dibin careke din nesekinin. Em vê nobetê ji bo tolhildanê nagirin, ji bo we saxan digirin.' Em jî piştgiriyê didin vê têkoşînê û em ê dewam bikin. Ji bilî doza edaletê tu rê tune ye." 
 
MA / Necla Demir