'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’

img

WAN – Serokê TURSAB’ê yê bajarên heremê  Cevdet Ozgokçe diyar kir ku piştî 7’ê hezîranê ji bilî turîstên Îranî turistên welatên din nehatine Wanê û turîzma bajêr bi saya turîstên Îranî xwe li ser piya digire. 

Piştî qeyran û aloziyên 7’ê hezîrana 2015’an “polîtîkayên ewlehiyê” xistin meriyetê. Ji ber Tirkiye bi welatên Ewropayê re di nav qirîzan de ye turîzma welêt jî ber bi felaketê ve çû. Li gorî daneyên aboriyê li tevahiya welat di hejmara turîstan de bi awayekî cidî rêje daketiye. Rêjeya turîzma Wanê jî gelek kêm e. 
 
'PIŞTÎ 7’Ê HEZÎRANÊ TURÎZMA WELAT TÊK ÇÛ’ 
 
Serokê Yekîtiya Acenteyên Seyahata Tirkiyê (TURSAB) yê bajarên heremê Cevdet Ozgokçe diyar kir ku piştî 7’ê hezîrana 2015’an bi destpêkirina pêvajoya şer re li gelepmeriya welat turîzm têk çûye. Ozgokçe anî ziman ku piştî “qirîza balafirê” ya bi Rûsya re li gelepmeriya Tirkiyê turîzm ber bi xerabûnê ve çû û got: “Li Wanê bi saya bazara Îranê turîzm li gorî bajarên din ên Tirkiyê hinek baştir e.” 
 
'POTANSIYELA TURÎZMÊ DAKETIYE JI SEDÎ 20’AN’ 
 
Ozgokçe destnîşan kir ku di sala 2017’an de bi saya turîstên Îranê sîrkulasyona turîzmê baş bûye û wiha dewam kir: “Hema bêje me di sala 2017’an de li Wanê teqîna turîzmê dît. Li Wanê di 4 mehên dawî de otêl û mala mamosteyan jî di nav de ji bo turîstan cihê vala neman. Li Wanê rewş wiha lê tevahiya welat rewş berovajiyê vê ye. Li Tirkiyê potansiyela turîzmê daketiye ji sedî 20’an.” 
 
'ÊDÎ TURÎSTÊN EWROPAYÎ NAYÊN WANÊ’ 
 
Ozgokçe anî ziman ku li gorî îstatîkên salên bihûrî li Wanê rêjeya turîstên Ewropayî derketiye ji sedî 13’an û lê niha hema bêje hejmara turîstên biyanî gel hindik e. Ozgokçe gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê bi pêvajoya şer ku li welat dest pê kir re êdî turîstên Ewropa dest bi nehatinê kirin. Hejmara turîstên ji Ewropa tên Wanê mirov dikare yek bi yek bijmêre.”