Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin

img

STENBOL - Derket holê ku kesên li Bayrampaşayê ji ber gaza sobeyê di atolyeya tekstîlê de mirin ji Bedlîsê ne. Karkerên ji Bedlîsê ji bo xebatê hatin Stenbolê, ji ber pereyê wan tune bû xanî kirê bikin ji mecbûrî li kargehê diman.

Di 19'ê Çileyê de li Taxa Terazîdere ya Bayrampaşayê, 4 karker li atolyeyeke tekstîlê ji ber gaza karbonmonksîtê ya sobeyê jehrî bûn. Di bûyerê Hakan Guneş (15), Yakûp Yildi (17) û Cûma Çîftçî (22) mirin û Ûmît Guneş ê 15 salî jî rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî bûyerê deriyê atolyeyê hat qefilandin. Hevalên karkerên jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin hevalên wan ji ber nikaribûne xanî kirê bikin ji mecbûrî li kargehê diman. 
 
Karker Hîdayet Kesîk behsa bûyerê kir: "Wexta bûyer qewimî ez li derve bûm. Ji karkeran yek jê pêl zingila derî kir. Paşê deng hat. Min got qey heval ketine qirika hevdu. Karkerên ji derve hat Umît li pişta xwe kiribû. Min pirsî ka çi bûye? Got 'Ji ber sobehê jehrî bûne.' Wexta çûm jorê min hersê hevalên din dîtin, lê nediliviyan. Çavên wan vekirîbû. Ji ber jehrîbûnê kef ji devê wan dihat. Naylon û plastîk xistine sobeyê. Ji ber borî û qalpaxa sobeyê jî tune bûye, jehrî bûne. Her wiha pencereya odeyê jî girî bûye." 
 
Karker Mehmet Kesîk jî, bilêv kir ku hevalên wan pir ciwan bûne û ji bo xebatê ji Bedlîsê hatine Stenbolê û ji ber pereyê wan tune bûye nikaribûne xanî kirê bikin, ji mecbûrî li kargehê diman. 
 
KARGEH HAT MOHRKIRIN 
 
Kesîk, bilêv kir ku karker bê sîgorte dixebitîn û got: "Her wiha ruxseta kargehê jî tune bûye. Diviya ev kargeh mohrkirîbûna. Beriya bûyerê kes ji bo venêrînê nehatiye, loma nehatiye mohrkirin. Piştî bûyerê hat mohrkirin."