Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin

img

ENPERE – DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê  daxuyaniya hevpar dan û xwestin li dijî OHAL'ê ji bo avakirina demokrasiyê têkoşîna hevpar bimeşînin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, diyar kir ku dê li 81 bajaran kampanya "Ne OHAL'ê demokrasiyê dixwazin" pêk bînin. 

Sendîkayên KESK, DÎSK û TMMOB'ê û TTB'ê  der barê OHAL'ê de li Navenda Hunerê ya Hemdem civîna çapemeniyê ya hevpar pêk anîn. Li salonê pankarta “Em demokrasiyê dixwazin" vekirin. 
 
Li salonê endam û rêveberên sendîkayan amade bûn. Serokêk Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz, Hevseroka Giştî KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyik, Serokê TTB'ê Raşit Tukel, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Wekilê HDP'ê Muslim Dogan û Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamenterê CHP'ê Şenal Sarihan û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. 
 
'EM DÊ BI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RE TÊBIKOŞIN'
 
Li ser navê hemû rêxistinan Kanî Beko, daxuyanî da û diyar kir ku ji mîkrofonên li ber wan jî xuya dike ku çapemenî ne azad e û wiha got: "Em wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê dê li dijî OHAL’ê têkoşîna hevpar bimeşînin. Ji niha û şûnde em 4 rêxistin em dê bi hemû hêzên demokratîk re li dijî OHAL'ê têkoşîna hevpar pêş bixin.'' 
 
‘YÊN GIN VÎNA NETEWEYÎ VÎNA GEL GASP KIRIN'
 
Beko, destnîşan kir ku piştî 15'ê tîrmehê qanûna bingehîn ji holê rakirin û daraz, çêkirina qanûnan û rêveberî tev ket destê yek mirovî û wiha got: Êdî Komara Tirkiye ne wekî ku di Qanûna Bingehin de tê gotin ku dewleta Demokratik, laik, û hiqûqa civaki ye. Êdî her tişt di bin kontrola yek mirovî de ye. Yên digotin vîna neteweyî îro vîna gel gasp dikin."
 
‘LÊGERÎNA MAFAN BI KEYFÎ TÊ ASTENGKIRIN'
 
Beko, destnîşan kir ku ji bo muxalefeta civakî bêdeng bikin OHAL'ê wekî amûra tundiyê girtine dest û wiha lê zêde kir: "AKP bi OHAL'ê hemû kesên li dijî xwe paqij dike û ji holê radike. Wan îxrac dike û bêdeng dike. Komele û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Rojnameger hatin girtin. OHAL ji bo her kesî bêdeng bikin îlan kirin. Bi OHAL'ê hemû lêgerîna mafan ji destê her kesî digirin û asteng dikin. OHAL'ê ji bo civakek paşverû, mezhepparêz ava bikin girtine destê xwe. Tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan zêde bûye. Bi zagona muftuyan rê li pêş bûkên zarokî zede kirine. 
 
Bi OHAL'ê dîsa ewlehiya kar ji holê rabûye. Zêdeyî 130 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Ji ber vê yekê zêdeyî 50 kedkarên cemaweriyê întîhar kirin. Dewletê ewlehiya kar û mîsogeriya kar ji holê rakiriye. Îro nêzî 2 hezar karkerên endamên DİSK'ê, 4 hezar û 99 karkerên endamên KESK'ê  û 3 hezar û 315 hekîm û 3 hezar endamên TMMOB'ê hatine îxrackirin. 
 
‘GIRTINA NURIYE û SEMÎH  TIRSANDIN E'
 
Beko, destnişan kir ku hikûmet bi OHAL'ê dixwaze hemû kesên di ber xwe dide bê tesîr bike û wiha bi dawi kir: "Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên ji bo mafê xwe ketin grevê girtin. Ji bo civakê bitirsinê Nûriye û Semîh girtin. 
 
Ji bo demokrasî û aştî pêş bikeve divê berî her tiştî OHAL ji holê rabe. Divê biryarên bi KHK’ê hatine girtin tev betal bibin. Em wekî DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ji bo mafê xwe yê heq û hiqûqê li dijî OHAL'ê em dê bi hemû hevparên civakê yên têkoşîna demokrasiyê dimeşîne re têkoşîna hevpar bimeşînin. 
Em li dijî OHAL'ê demokrasiyê dixwazin. Em dê li 81 bajaran bi saziyên civakî u rêxistinên demokratîk re li dijî OHAL'ê ji bo demokrasiyê tekoşîna belav bimeşînin û belav bikin."