Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike

img

EDENE - Serokê Odeya Bijîşkên Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten diyar kir ku ji ber zêdehiya kar bijîşk sendroma têkçûnê dijîn û wiha got: "Projeya Veguhestina Tenduristiyê karê kedkarên tenduristiyê zêde kir."

Ji ber şertên kar ên zêde di nava heftteyekê de li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê asîstana Nexweşiyên Zarokan Dr. Ece Ceyda Gudemek, li Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê Pisporê Nexeşiyên Reh û Dil Dr. Ergîn Karakuş û li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Maltepeyê Yagmur Çavuşoglu dawî li jiyana xwe anîn. Serokê Odeya Tabîbên Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten aşkera kir ku sedemeke întiharan jî giraniya kar e û ev yek ne cara yekemîn e, di navbera salên 2015-2016'an de jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê 5, di sala 2010'an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Erziromê 5 xebatkarên tenduristiyê, di 30'yê Mijdara 2012'an de Dr. Melîke Erdem û di 9'ê Cotmeha 2017'an de jî xwedekara bi navê Bîlge Ozlu li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê dawî li jiyana xwe aniye.
 
Okten piştrast kir ku bijîşktî bi serê xwe pîşeyeke zehmet e û her diçe ev pirsgirêk zêde dibin û wiha got: "Bi Projeya Veguhestina Tenduristiyê re karê kedkarên tenduristiyê zêde bû û şertên xebatkaran her ku çû zehmettir bû."
 
'KARÊ ANGARYAYÊ'
 
Okten dest nîşan kir ku bi taybetî hekîmên asîstan ji ber zêdebûna nexweşan, brokrasî û şertên xebata giran, gelekî dipelçiqin û wiha got: "Dema nobetê gelekî zehmet derbas dibe, roja din bi heman tempoyê dest bi xebatê kirin, tişta ku pergala performansê aniye ne wesfî, çendayî ye û hemû berpirsyariyên astengbûyî yên di klînîkan de ji bijîşkên asîstan tê pirsîn û li ser wan tê ferzkirin, li cihê ku asîstaniyê wekî qadeke perwerdeyê bibînin, wekî karekî angaryayî li ser wan tê ferzkirin."
 
Okten aşkera kir ku ji ber van şert û mercên zehmet ên kar, ev di asîstanan de sendroma têkçûnê peyda dike û taliyê sed mixabin bûyerên întiharê yên wiha xemgîn xwe didin der.
 
'BILA BERDÊLA KEDÊ BIDIN'
 
Okten da zanîn ku qanûneke ku bijîşkan biparêze jî tune û wiha domand: "Ji bo pergaleke baş a kar hebe, divê berî her tiştî xwe di warê fizîkî, derûnî, aborî û kar de rihet hîs bikin. Lê ji ber polîtîkaya îro nexweşxaneyên mezin ên dewrî komên sermayedar hatine kirin û tên vekirin û dixwazin bi vê riyê pergala tenduristiyê çareser bikin. Em wekî bijîşk dibêjin ku heta van çavkaniyên welatê me pêşkêşê komên sermayedar dikin, bila ji bo xizmetên tenduristiya ewlehî, di warê hêjayiyê de bilind bikin û di warê zanyariyê de pêşketinê derxin holê. Divê berdêla kedê ne li gorî performansê li gorî keda şex bê dayîn."
 
'BILA KESÊN JIYANÊ RIZGAR DIKIN NEMIRIN'
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Edeneyê Muzaffer Yuksel jî anî ziman ku pergala sist û li gorî performansê zerareke mezin dide kedkarên tenduristiyê. Yuksel da zanîn ku bijîşkên ciwan, ji ber zêde xebitandinê, tundiya performansê, xebata sist, xebata demdirêj, fikarên der barê pêşerojê û di bin bandora şidetê de xebitandin, di xebatkaran de sendroma têkçûnê derdixe holê û wiha got: "Divê Wezareta Tenduristiyê van tiştan baş bişopîne û saziyên girêdayê vê mijarê li ser vê rewşê lêkolînan bike. Piştî wê li gorî encamê tevdîran bigire."
 
Yuksel herî dawî derbirî ku tenê sersaxîxwestin êşan kêm nake, pêşiya mirinên nû jî nagire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila kesên jiyana mirovan rizgar dikin nemirin."