Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin

img

STENBOL - Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê, çalakiya xwe ya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya 66’emîn, diyarî karkerên di hezana Şirnexê û teqîna Fabrîqeya goleyên hewayî ya Endonezyeyê jiyana xwe ji dest dan, kirin. 

Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê, çalakiya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya 66’emîn a roja Yekşema di destpêka mehê de li dar dixin, li Qada Galatasariyê pêk anîn. Di çelakiyê de malbatan weneyên xizmên xwe yên winda li erdê  raxistin û pankata “Di dozên cînayetên kar de, ceza ne dayîn, ne qedere. Piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya em ê cînayetên karkeran rawestîn in” vekirin.  
 
‘DI 9 MEHÊN DAWÎ DE HEZAR Û 485 KARKER MIRIN’
 
Hevjînê Gulhan Çabuk a di teqîna Davutpaşa de jiyana xwe ji dest da Îrîs Çabuk daxuyanî da  û wiha axivî: “Di sala 2015’an de herî kêm hezar û 703, di sala 2016’an de herî kêmn hezar û 924, li gorî daxuyaniya Meclisa Ewlekariya Karker û Karkerên Tenduristiyê (ÎSÎG), di 9 mehên sala 2017’an de jî herî kêm hezar û 485 karkeran jiyana xwe ji dest dan.  Li gorî vê rastî divê hemû kes destê xwe dane ser wijdana xwe û vê wehşetê fam bide û wisan nêz bibe.”
 
Çabuk, anî ziman ku ew çalakiya xwe ya vê mehê diyarî karkerên di hezana Şirnex û teqîna fabrîqeya goleyên hewa ya Endonezya de jiyana xwe ji dest dayîn dikin.