Cotkar: Em deyn dikin didin deynan

img
EDENE – Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku bi deynan deynê xwe didin. 
 
Li Edeneyê, ji ber barana zêde gelek erd di bin avê de man û gelek ber jî li nav erdan man. Her wiha ji ber zêdebûna lêçûnan û ji ber erd di bin avê de man, cotkar zehmtiyê dikişînin. Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin, anîn ziman ku deynan deynê xwe didin. 
 
BI DEYN DIKIRIN 
 
Li navçeya Karataş û Ceyhanê, cotkarên ku erd îcare dikin kîsê gubre bi 180, dermananan bi 280-300, lîtreya mazotê bi 6 û şitlên şebeşan bi 2 lîre û 75 qurişan û kîloyek naylon bi 14 lîreyan dikirin. Ji ber lêçûnên zêde ne, cotkar ji mecbûrî an diçin bankeyan an jî ji bazirganan deyn dikin. 
 
KES JI JIYANA XWE NE RAZÎ YE 
 
Cotkaran, diyar kirin ku di demên dawî de ji ber barana zêde ew nikarin erdên xwe bajonin û gotin: "Ev îktîdar, cotkar qedandin. Deynê herkesî li me heye. Em bi deynan çandiniyê dikin. Kes ji jiyana xwe nerazî ye. Em bi deynan deynê xwe didin. Hemû cotkar perîşan bûne û nizanin wê îsal çi biqewime. Gelek jê erdên xwe neajotin. Erd beyar in. Ên dikin jî bi hêviya deynê xwe derxin dikin. Divê hikûmet destekê bide cotkaran. Ne big otinê, divê bi destekkirina cotkaran vê yekê bike." 
 
Cotkar Halît Tembel, diyar kir ku hindik maye ew serî rakirin. Tembel, anî ziman ku xwediyê 3 hezar donim erd jî ji rewşa xwe nerazî ye. Tembel, bilêv kir ku par kîloya mişembeyê bi 7 lîre û nîvan bû, lê belê niha bi 14 lîreyan e. Tembel, destnîşan kir ku ew bi deynan çandiniyê dikin û hemû cotkar ditirsin ku berên wan di dest wan de bimînin. Tembel, bilêv kir ku lêçûna donimek firingî 2 hezar û 500 lîre bûye, lê îsal bûye 3 hezar û 500 lîre. Tembel, got rewşa wan nediyar e. 
 
MA/Hamdullah Kesen