Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê

img

STENBOL - Karkeren Kod-A yên ji kar hatin derxistin, diyar kirin ku karkerên Plaza di bin zextên pir dijwar de dixebitin. Karkeran anîn ziman ku vexwarina avê bi kontrol e û ji bo biçin tuwaletê girtekê digirin. Karkeran, destnişan kirin ku telefon jî qedexe ye. 

Li Stenbolê di salên dawî de hêjmara plazayan zêde dibe. Her ku hêjmara plazan zêde dibe zextên li ser karkeran jî zêde dibe. Karkerên ji bo debara malê bikin neçar dimînin di nava şertên giran de bixebitin, dema li dijî şertên kar nerazîbûnên tînin ziman jî bi gefên derxistina kar rû bi rû dimînin. Karkerên ku ji kar hatin derxistin ên Kod-A ji ber endamên Sendikayên Sîgortayên Civakî ya Tirkiye, Egitim, Buro, Ticaret, Kooperatif û Karkerên Hunerên Xweşik (Sosyal-İş) ne, ji kar hatin avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin ji 1'ê Cotmehê heta niha li pêş Navenda  Turk Telekomê ya li Guneşli 37  rojin di çalakiyê de ne û dixwazin karê wan paşve bidin wan. Karkerên li vir çalakiyê pêk tînin dixwazin şertên wan ên kar bên başkirin û karê wan dîsa paşve bidin wan. Karkeran diyar kirin ku karkerên niha dixebidin di nava şertê  pir dijwar de kar dikin. 
 
'VEXWARINA AVÊ WEKÎ XERÇKIRINA DEMA VALA TÊ DÎTIN' 
 
Karkerê Kod-A  ku ji kar hat avêtin Yasin Aslantaş, diyar kir ku şertên wan ên kar û şertên karkerên li gelek nokteyên cuda yên di plazayan de dixebitin wekî hevin û wiha got: "Em bi awayekî pir zêde kar dikin. Bê navber û bê nefes em kar dikin. Ji bo berhemek zêde bi dest bixin, telefonê li me qedexe dikin. Vexwarina avê jî bi sînor e. Ya herî balkêş çûna tuwaletê jî bi sînor kirine. Kota danîne ser karkeran. Her dem rêveber  hişyar dikin û dibêjin 'Vêya nekin vîya nekin' dîsa neheqiyan dikin û dibêjin 'Ma divê her dem li ser serê we şivanek hebe' û me biçûk dixin." 
 
‘BILA KARKER ENDAMÊ SENDÎKAYÊ BIN'
 
Aslantaş, anî ziman ku herî zêde karkerên Plazayan di bin şert û mercên giran de dixebitin û wiha got: "Tevî hemû zextên dijwar karkerên herî bê rêxistin karkerên plazayan in. Divê karkerên plazayan endamê rêxistin û sendikayan bin û karibin mafê xwe biparêzin. Ger ku karker bibin yek û xwe bi rêxistin bikin dê karibin mafên xwe biparêzin. Em bang li hemû karkerên plazayan dikin ku bibin yek û li dijî binpêkirinen mafan xwe birêxistin bikin." 
 
'HER TIŞT WEKÎ KUNDIR E'
 
Karkera Kod-A ê ji kar hat avêtin Nurten Varlik jî diyar kir ku rojê nêzî 10 saetan kar dike û wiha got: "Em 2 saetan mesaîya zêde kar dikin. Bi taybet karkerên jin bêtir zahmetiyê dijîn. Dema hevalek me ya jin nexweş dikeve û em 2 kes bi hevre diçin lawaboyê girtekan digirin. Nezîkatiya rêveberan û axaftina wan a li hemberî me mirovan bêzar dike. Karkerên li plazayan kar dikin piranî xwendekarên zanîngehê ne. her çend ji derve xweşik xuya bikin jî wekî kundir e. 
 
‘DEMA EM DIÇIN LAVABOYÊ GIRTEK DIGIRIN' 
 
Karkerê ji kar hat avêtin Yusuf Saltan jî anî ziman ku karker di nava şert û mercên gelek zahmet dekar dikin û wiha got: "Dema karker diçin lavaboyê jî girtekan digirin. Her karkerek dikare ji bo lavaboyê 4 deqîqeyan li derve bimîne. Dema karker ji qada kar derdikevin girtek tên girtin û li ser karkeran tundiyê dimeşîne. Dîsa karker rastî gefên ji kar bên avêtin tên."