Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn

img
 
RIHA – Karkerê demsalî Mehmet Akpolat ku di wêne û videoya dewlikên firandin hewayê û li ser tora civakî gelek hat axaftin de got: “Xwendekarên zanîngehan di dema mezûniyeta xwe de ji ber bextewariyê serpoşên xwe difirînin hewayê. Em jî ji ber bextewariya ku vedigerin malên xwe dewlikên xwe difirînin.” 
 
Karkerên demsalî di serî de ji Rihayê û gelek bajarên herêmê ji bo karkeriya demsalî berê xwe didin herêmên Derya Spî, Derya Reş û Anatoliya Navîn. Piştî karker karê xwe xelas dikin û dikevin ser riya vegerê bi firandina dewlikên destên xwe vegera xwe pîroz dikin. Karker bi mehan li xurbetiyê ji bo debara xwe dixebitin. Karkerên demsalî di dema vegerê de bextewariya xwe bi firandina dewlikên di destên xwe de ku dişibe firandina serpoşên xwendekarên zanîngehê ku dema mezûn dibin bextewariya xwe didin nîşandan. 
 
Karkerên Rihayî ku li navçeya Develî ya Kayseriyê di nav zeviyên kartolan de karê xwe xelas kirin vegera malê bi firandina dewlikên di destên xwe de pîroz kirin. Kêliyên karkeran ên firandina dewlikan bi wêne û vîdeoyan bêmirin kirin û li ser tora civakî hat belavkirin. Ev wêne û dîmen di rojên dawî de ya herî zêde di tora civakî de hat axaftin. Yek ji karkerên di wî wêneyî de cih digirt jî Mehmet Akpolat bû. Akpolat behsa çîroka wêne kir. 
 
'EM BEXTEWARIYA VEGERÊ DIJÎN’ 
 
Akpolat ê ji navçeya Cûrnê Reş a Rihayê diyar kir ku li gel ew di mehekê de 2 hezar lîre bûha digirin jî lê ewlehiya tenduristiya wan tune ye. Akpolat got ku dem bi deman li gel hewa sar û dem bi dem jî li gel hewaya germ dixebitin. Akpolat da zanîn ku herî kêm ji bo debara xwe 10 meh ew li herêmên cuda dixebitin û got: “Li her herêmên Tirkiyê em durî welatên xwe di karên cuda de dixebitin. Xwendekarên zanîngehan di dema mezûniyeta xwe de ji ber bextewariyê serpoşên xwe difirînin hewayê. Em jî ji ber bextewariya ku vedigerin malên xwe dewlikên xwe difirînin. Em bextewariya xwe wisa didin nîşandan.”
 
'NE PHOTOSHOP E RASTÎ YE’ 
 
Akpolat destnîşan kir ku li Sêwaz û Kayseriyê piştî paydosê hemû bi hev re dewlikên di destên xwe de ji bo zehmetiya wan bêmirin bibe firandin hewa û wiha got: “Hin kesan ji wêne re got photoshop e. Lê ew wêne wek zor û zehmetiya karê me rastî ye. Derfet û şertên karê me da nîşandan. Ez spasiyê xwe ji bo yên ku wêne ecibandin û peyamên hêja şandin re dişînim.”