Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan

img

AMED – Hekîman diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber şertên giran ên xebatê û mesaiyên zêde ber bi întîharê ve tên dafdan û dema ew pîşeya xwe didin meşandin naxwazin bimirin û divê berpirsyar guh bidin qêrîna hawara xebatkarên tenduristiyê.  

Li Êlih, Edene û Stenbolê di nav 2 rojan de 2 hekîm û xwendekarek tibê ji ber tempoya karê zêde li pey xwe nîşe hiştin û dawî li jiyana xwe anîn. Piştî van bûyeran niha jî awir zivirîne ser şertên xebata sektora tenduristiyê. Hekîm û saziyên xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku xebatkarên tenduristiyê ji ber bêewlehîbûna şertên xebatê û karên giran bûyerên întîxarê zêde bûne û van bûyeran ne wek “întîxar” wek “cînayet” nirxandin. 
 
‘NE ÎNTÎXAR E CÎNAYET E’ 
 
Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr anî ziman ku pîşeya hekîmiyê ew e ku tenduristiya civakê ber bi jiyanek baş ve bibe û berpisyariya wê jî gelek binirx e. Demîr da zanîn ku di demên dawî de di bin navê veguherandina tenduristiyê de şertên xebata qada tenduristiyê ser û bin bûye û bi KHK’iyan re jî nêzî 37 xebatkarên tenduristiyê bi întîxarê rû bi rû mane û got: “Ev ne întîxar e ev cînayetek aşkere ye.” Demîr got ku ew hekîm naxwazin bimirin û xwest ew jî di nav şert û mercên aram û aştiyane de pîşeya xwe pêk bînin. Demîr da zanîn ku piştî îxrackirinan barê karê xebatkarên tenduristiyê gelek giran bûye û di vê serdema KHK’iyan de sepandinên kêfî zêde bûne.
 
Şerîf bang li rayedaran kir ku pêşî li pêşiya van bûyeran bigirin. 
 
 ‘DIVÊ EM JI HAWARA HEKÎMAN RE BIBIN BERSIV’ 
 
Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp jî got: “Divê teqez em li bersiva vê qêrîn û hawarê bigerin û çareseriyek jê re bibînin. Bi întîxara xwendekara tibê re giraniya perwerdehiya tibê derdikeve holê. Divê Wezareta Tenduristiyê li dijî vê yekê tedbîran bigire.”
 
‘DIVÊ EM JI WAN NÎŞEYAN FÊM BIKIN’ 
 
Gokalp bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku demil dest şert û mercên xebata tenduristiyê û perwerdehiya tenduristiyê sererast bikin û wiha got: “Pêwîstiya me bi wezîrê/a tenduristiyê ku guh bide van nîşeyên bijîşk û xwendekara tibê li pey xwe hiştine û ji van nîşeyan fêm bike heye. Her çiqas em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin jî lê em encam nagirin.” 
 
‘ÎXRACAN PÎŞEYA HEKÎMIYÊ PÛÇ KIR’ 
 
Gokalp destnîşan kir ku polîtîkayên tenduristiyê xebatkarên tenduristiyê dirizîne û ya herî zêde jî îxrackirinê pîşeya hekîmiyê pûç kiriye û bandorek neyînî li ser hekîman dike. Gokalp got ku çi dibe bila bibe divê bi lezgînî şertên qada tenduristiyê bên başkirin.