‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'

img

WAN - Şêniyên Wanê bal kişandin ser bihabûna hilberînan û gotin: "Krîzê bandora xwe li ser hemû kesî kiriye. Em ji xwarina xwe kêm dikin. Bi mehan e me sebze nekiriye." 

Ji ber krîza aborî welatî ketine nava şerpezeyên mezin. Welatî nikarin wek berê hilberînên xwarinê bikirin û hêza wan nemaye. Yek ji van bajarên krîza aborî herî zêde lê kûr bûye Wan e. Şêniyên Wanê dan zanîn ku her roja ku diçe nikarin tiştekî bikirin û di navbera sala par û niha de gelek ferq heye û krîza aborî her kesî xistiye bin bandora xwe. 
 
‘EV SALEK E MIN SEBZE NESITENDIYE' 
 
Welatiyê bi navê Kazim Azîzoglu da zanîn ku bi mehane ew neçûye bazarê û got: "Ji ber krîzê em nikarin bacanan jî bikirin. Pereyê xelkê tune ne. Em neçarin xwarina xwe kêm bikin."
 
Feyzullah Kaya jî li dijî bêkariyê gilî û gazinên xwe anî ziman û got: "Ez li malbatek 7 nefer dinêhirim. Hemû zarokên min mezinin û bêkar in. Ez jî bêkarim û em hemû li malê rûdinên. Herî dawî min sala par sebze sitendibû û carek din min nekiriye. Çimkî gelek biha ye. Ji meha mijdarê vir ve min 300 TL pere qezenc nekiriye. Aboriya li bajêr têkçûye. Ev bû cara ewil tiştek wiha dibînim. Sala herî xerab îsal e. Êdî wisa bûye ku em nikarin salçeyê jî bistînin." 
 
‘TÊ XUYAKIRIN KU WÊ KRÎZ DEWAM BIKE' 
 
Serhat Durmuş ê karê tesîsatê dike jî anî ziman ku li sektora înşatê jî peyase sekiniye û got "Dewletê razemeniyan sekinandiye. Berê me dikaribû çek bida. Lê niha her kes bi pêşin dixebite. Ji ber vê yekê li peyaseyê zindîbûn û tevgerî nîne. Madeyê xam biha b3uye. Ez nebawerim krîza aborî derbas bibe. Wê peyase wisa dewam bike."
 
Alî Yavaş li dijî bihabûna jiyanê gazinên xwe vegot û got: "Berê tiştek me li bazarê bi lîreyekê dikirî niha bûye 5 TL." 
 
'HEQÊ RÊ JI 5 TL DERKETIYE 30 TL'YÎ' 
 
Ahmet Yavuz ê ji gundê Tuşbayê hat navenda bajêr jî li dijî krîza aborî bi van gotinan gazinên xwe anî ziman: "Kîloya îsotan bûye 11 TL. Kîloya goşt bûye 50 TL. Ez dipirsim em ê çi bikirin? Heqê rê berê 5 TL bû niha bûye 30 TL. Em ê çawa debara xwe bikin. Ewil tiştek te bi 50 qirûşî dikirî niha b3uye 5 TL. Însanek ji ber krîza aborî perîşan nebûbe ez nabînim. Her kes perîşan bûye. Me berê sewalkariyê dikir niha ew jî kambax bûye. Kîsek êm 50 bû niha bûye 100 TL. Em ê çawa sewalan xwedî bikin. Heke wisa dewam bike dawiya me wê qet ne baş be." 
 
‘ÎSAL SALEK XERAB E'
 
Kasim Kaya destnîşan kir ku ew di sala 2006'an de teqewît bûye û got: "Berê min bi meaşê teqewîtbûna xwe debara malbata xwe dikir. Lê her tişt biha bûye. Me di aboriyê de tu salek rehet nedît. Lê sala herî xerab îsal e." 
 
'TIŞTEK ERZAN TUNE YE' 
 
Yaşar Akdemîr jî da zanîn ku ew 7 sal in karê otoparkê dike û got: "Ji ber krîza aborî ez nikarim debara malbatê bikim. Wisa xuya dike ku dê krîza aborî ber bi xerabûnê ve biçe. Her ku diçe bihayê her tiştî zêde dibe û tu tiştek erzan nabe." 
 
MA / Mujdat Can – Fazil Elçî