‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’

img

AMED – Serokê Odeya Qesab û Xweyîkeran a Amedê Haci Atli, balê kişand ser sepandina “goştê erzan” a ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê ve ket meriyetê û got ku tenê hikûmet dikare bi vê sepandinê krîza li pêş xwe taloq bike. 

Sepandina “goştê erzan” ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê ve ket meriyetê, li marketên BÎM û A101’ê berpêşî firotinê hat kirin. Piştî ku goşt berpêşî firotinê hat kirin û di demek kin de qediya, Wezîrê Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba wiha gotibû: “Jixwe îdiayeke me ya ku goştê erzan bi 80 milyon kesî bidin xwarin tune ye.” 
 
Serokê Odeya Qesab û Xweyîkeran a Amedê Haci Atli, anî ziman ku dê sepandina goştê erzan ji bo pirsgirêkên welatiyan nebe çare. Atli, dest nîşan kir ku dê ev sepandin tenê zêdebûna buhayên goşt taloq bike û jixwe hikûmet bi vê sepandinê qesaban jî dixe rewşeke zehmet. Atli wiha got: “Hikûmet bi esnafên xwe re ketiye rikberiyê.” 
 
‘LI HERÊMÊ SEWALVANÎ HAT QEDANDIN’ 
 
Atli, diyar kir ku ji bo rê li ber zêdebûna buhayên goşt bê girtin û her kes goşt bixwe divê hikûmet polîtîkayên baş bişopîne. Atli wiha domand: “Heke ji bo hilberînerê xwe teşwîqê peyda bike, rê li ber jêkirina heywanên ku salek xwe tije nekirine bigire û hin tevdîran bigire, dê karibe goşt erzan bike. Yanî bi vî awayî ji bo çend rojan hûn nikarin bêjin goşt erzan bûye.” Atli, dest nîşan kir ku li herêmê sewalvanî hatiye qedandin û wiha axivî: “Li herêmê her roj li cihekî qedexeya derketina derve tê îlankirin. Ji ber van qedexeyan gundî nikarin heywanên xwe biçêrînin. Ji ber vê ji mecbûrî wan difiroşe. Li herêmê kesekî ku sewalvaniyê bike nemaye.” 
 
‘TENÊ DIKARIN BI VÊ YEKÊ KRÎZÊ TALOQ BIKIN’ 
 
Atli, diyar kir ku goştê erzan tenê li marketên BÎM û A100’ê tên firotin û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi sedan rêzemarket hene, lê belê îhaleyê tenê didin van herdu marketan. Ev cihê fikirînê ye.” Atli, anî ziman ku bi vê yeke re esnafê biçûk yê li hemberî rêzemarketan neçar dimîne. Atli dest nîşan kir ku divê hikûmet buhayê goşt tevî federasyonan diyar diyar bike, lê bele wê bi van biryarên xwe yên ku bi tena sere xwe dide tenê karibe krîzê taloq bike.