Bozgeyîk: Heta OHAL bê rakirin em ê li qadan bin

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku ew wekî kedkar û rêxistinen pîşeyî dê li 81 bajarên Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixin û got ku “Heta OHAL bê rakirin em ê li qadan bin."

Sazî û rêxistinên kedkaran ên wekî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) dê di çarçoveya kampanyaya "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" çalakî û şahiyan li dar bixin.
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, der barê xebtên rêxistinên kedkaran de agahî da û ev tişt anî ziman: "Pêşeroja gelên li Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibin, divê em li dijî vê tarîtiyê têkoşînê bilind bikin."
 
‘ŞAHIYA YEKEMÎN LI STENBOL Û ENQEREYÊ YE’
 
Bozgeyîk da zanîn ku dê hemû hêzên demokrasiyê bi hêz dirûşma "Ne OHAL demokrasî" biqîrin û forumên berfireh li dar bixin, piştrast kir ku çalakiyên wan ên destpêkê dê li Enqere û Stenbolê bên lidarxistin û wiha got: "Dê di 2'yê Kanûn de li Enqereyê û 17'ê Kanûnê de li Stenolê forum bê lidarxistin. Ji derveyê hêzên ked û demokrasiyê, platforma demokrasiyê, platforma aştiyê, platforma tenduristiyê û akademîsyen jî cih bigirin."
 
DÊ ENIYA 'NA' BERFIREH BIBE'
 
Bozgeyîn destnîşan kir ku di referanduma 16'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê li ser sedî 50 re muxalîf hene, diyar kir ku dê eniya ked û muxalefetê zêde bikin û wiha pê de çû: "Di referanduma 16'ê Nîsanê de li dijî rejîma yek zilamî, eniyeke 'Na' hat avakirin. Ji wê rojê heta niha ruxmê eniya sedî 50 derket jî AKP'ê daraz, rêveberî û qanûn xist bin serweriya xwe, bi pêkanînên antî demokratîk ev 'Na' vegerand 'Er ê'. Armanca me ew e em vê eniya sedî 50 mezin bikin."
 
Bozgeyîk derbirî ku nahêlin komîsyona OHAL'ê bixebite, qasî 130 hezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatine derxistin, ji van 5 hezar kes endamên KESK'ê ne. Bozgeyîk aşkera kir ku ew ê li ser pergala dijîtal referandumê bikin û heta OHAL bê rakirin dê têkoşîna xwe dewam bikin.