DEDAŞ'ê di salekê de bi awayekî neheq 100 milyon TL bi dest xistiye!

img

RIHA - Ebûbekîr Ozgur ku ji DEDAŞ'ê îstifa kir diyar kir ku DEDAŞ "bedêla xerckirina pêvekî" û "qaçaxê" zêde li aboneyan bar dike. Ozgur, destnîşan kir ku li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Êlih û Rihayê di nav salekê de bi 2 milyon û 300 fatûreyî hatiye lîstin û bi awayekî neheqe 100 milyon lîre pere hatiye bidestxistin. 

Ebûbekîr Ozgur ku 6 salan di Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de xebitî, diyar kir ku şîrket gel dixwapîne û li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê DEDAŞ'ê kir. Ozgur, anî ziman ku DEDAŞ di 3 salên dawî de tenê li Rihayê bi awayekî neheq 70 milyon lîre pere bi dest xistiye. 
 
NELIRÊTÎ
 
Ozgur, diyar kir ku di Saizya Sererastkirina Piyaseya Nerjiyê (EPDK) de qanûn aşkere ne, lê belê DEDAŞ fatûreyên di bin 80 lîreyî de qebûl nake û wexta fatûre di biniya 80 lîreyî de be lê zêde dike û dike 80 lîre. Ozgur got: "Mesela li Rihayê di sala 2016'an de DEDAŞ'ê 25 milyon lîre li fatûryan bar kiriye. Di sala 2017'an de aboneyan 10 milyon lîre xerc kiriye, lê DEDAŞ ev kiriye 20 milyon." Ozgur, destnîşan kir ku di sê salan de ev dike 37 milyon lîre, lê belê DEDAŞ'ê 70 milyon lîre lê bar kiriye. 
 
FATÛREYÊN XEYALΠ
 
Her wiha Ozgur, anî ziman ku di 3 salan de DEDAŞ'ê gelek fatûreyên xeyalî biriye û got: "Mesela wexta xwe nagihîne saeta hin kesan, bêyî ceryana hatiye xerckirin hesab bike fatûreyê ji ber xwe ve dinivîsîne. Di dawiya mehê de 40-50 lîreyî li xwediyê saetên navbirî dibire. Bi taybetî di sala 2018'an de ev pir hat kirin. Li vir tu sûcê xebatkarê saetan dixwîne tune ye, ev bi fermana kesên li jor tê kirin. Ez jî di vê yekeyê de dixebitîm. Mesela di vê ewraqa di dest min de ev tişt heye; kesê xebatkar li navçeya Eyyûbiye, Karakopru, Halîliye û Wêranşarê saet ji 15.55'an heta saet 16.00'an li 52 aboneyan neriye. Yanî di nav 5 deqîqeyan de li 52 aboneyên 4 navçeyan neriye. Lê belê ev ne mimkun e. Yanî mirov saetên avahiyekê tenê ancax dikare di 10 deqîqeyan de biqedîne." 
 
Ozgur, diyar kir ku DEDAŞ bi hinceta "li herêmê ceryana qaçax zêde ye" du qat zêdetir li aboneyan bar dike û kesên heqê ceryana xwe nadin jî ceryana wan zêde dke û ji neçarî du qat zêdetir heqê ceryanê tê dayîn. 
 
DI QANÛNÊ DE NANIVÎSÎNE 
 
Ozgur, bi bîr xist ku di qanûnan de cezayê ceryana qaçax diyar e û got: "Eger tiştek wisa hebe, du personel bi hev re girtekê dinivîsînin. Eger bi rastî jî qaçax hebe cezayê tê birîn. Lê belê DEDAŞ bêyî girtekê binivîsîne, wekî fatûreyeke normal be 2 qat zêdetir dinivîsîne. Di EPDK'ê de tiştekî wisa tune ye. Qanûn aşkere ye. Eger ji ber deynan abone hatibe mohrkirin û xwediyê aboneyê amohr şikandibe, di qanûnê de cezayê vê yekê heye. Lê belê DEDAŞ bêyî girtekan binivîse du qat ceza dibire. Lê belê di qanûnê de sînorê ceza yê maksîmîm diyar e. Divê di ser wî cezayê diyarkirî ceza neyê nivîsandin." 
 
GILÎ KIR
 
Ozgur, destnîşan kir ku wî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliy DEDAŞ'ê kiriye û dozgeriyê dosye ji dadgeha kar re şandiye, lê belê dadgehê biryara neşopandinê day lê wan îtiraz kiriye û dadger biryara neşopandinê xera kiriye û ji bo careke din doz bê vekirin talîmat daye dozgeriyê û lêpirsîn ji nû ve dest pê kiriye. 
 
Ozgur, anî ziman ku di Îlona 2018'an de hay ji bê nelirêtiyê çêbûye û ji ber vê wî peymana kar xera kiriye û ji kar derketiye.
 
Ozgur, anî ziman ku DEDAŞ ev neheqî li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şernex, Êlih û Rihayê dike û di nav salekê de li her 6 bajaran bi vî awayî 2 milyon û 300 fatûre biriye û bi awayekî neheq 100 milyon lîre pere bi dest xistiye. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel