'Em ê li cem siyaseta azadiyê diparêze cih bigirin’

img
AMED – Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê diyar kir ku ew ê di hilbijartina xwecihî de li cem siyaseta ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî faşîzmê azadiyê biparêz in cih bigirin. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê têkildarî hilbijartina xwecihî li avahiya Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên platformê beşdarî civînê bûn. Berdevkê demê yê KESK’a Amedê Recep Şîmşek daxuyanî da û got li dijî aloziyan divê zemîna demokratîk bê avakirin. 
 
‘MUXALEFETÊ KRÎMÎNALÎZE DIKIN’ 
 
Şîmşek destnîşan kir ku divê hilbijartin di nava atmosferek objektîf û bêpevçûn de pêk were û wê encamên wê yên wekhev jî ji bo feydeya gel be. Şîmşek da zanîn ku îktîdar seranserî xebata hilbijartinê muxalefetê krîmînalîze kir û vê yekê bi xwe re dubendiyê û cudakariyê xistiye nava xelkê. Şîmşek bal kişand ser roja hilbijartinê ku di bi xweşî pêk were û got: “Hêviya me ew e ku hilbijartin di nêvengek demokratîk û azad de pêk were û mudaxeleyî îradeya kesî neyê kirin. Lazime encam objektîf werin nirxandin û her kes ji encaman re rêz bigire.” 
 
‘EM Ê DENG NEDIN SIYASETA QIRKER’ 
 
Şîmşek nêrîna platformê ya siyasetek çawa jî ku dixwazin vegot û ew ê dengên xwe nedin siyasetek ku di her warî de qirkirinê pêk tîne. Şîmşek anî ziman ku ew ê dengên xwe nedin zîhniyeta qeyûman û got: “Em ê di hilbijartina xwecihî de li cem siyaseta ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî faşîzmê azadiyê biparêz in cih bigirin.”