Hevserokê SES’ê: Tenduristî dirûxe

img

ÎZMÎR – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Îzmîrê Fatîh Surenkok, balê kişand encamên sepandina “veguherîna di tenduristiyê de” û wiha got: “Xebatkarên tenduristiyê bi awayekî cidî bi rewşa jipertavketinê re rû bi rû ne. Divê rê li vê bê girtin, çimkî tenduristî dirûxe.” 

Hikûmeta AKP’ê di sala 2011’an de dest bi “Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê de” kiribû, lê belê di 6 salan de ev bername êdî hat asteke ku naxebite. Îktîdar bi vê sepandinê pesnê xwe dide, lê belê bi vê sepandinê re barê xebatkaran 5 qat zêdetir bû. Di xebatkarên tenduristiyê de rêjeya jipertavketinê gihaştiye ji sedî 24’an û di 10 salên dawî de 215 xebatkarên tenduristiyê ji ber cinayetên karî, şidet, çewisandin, mobbîng û şert û mercên xebatê jiyana xwe ji dest dan. Xebatkarên tenduristiyê bi sepandineke ku nobetên wan 33 saetan derbas dikin û heftê zêdeyî 100 saetî dixebitin û mecbûriyeta 5 deqîqeyan carekê li nexweşan binerin re rû bi rû man.
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Îzmîrê Fatîh Surenkok, diyar kir ku divê pergala performansê bê rakirin û ji bo pergala nû komcivîneke tenduristiyê ya netewî bê lidarxistin.
 
'TENDURISTÎ DIRÛXE’
 
Surenkok, diyar kir ku bi daxwaza Wezareta Tenduristiyê bijîşk 5 deqîqeyan carekê nexweşan muayene dikin. Surenkok, got ku bi taybetî jî saetên nobetê yên asîstan û pisporan dirêj in û ji ber vê şert û mercên fizîkî û xebatê giran in. Surenkok, da zanîn ku hem beriya nobetê hem jî piştî nobetê ew nikarin destûrê bi kar bînin û ji ber zêdebûna vekirina unîteyên tenduristiyê, bi taybetî di laboratuaran de hejmara teknîsyenên radyoloji û anesteziye kêm bûye. 
 
Surenkok, dest nîşan kir ku bi awayekî zêde xebatkarên tenduristiyê ji pertav dikevin û ev tişt gotin: “Têkildarî jipertavketinê, di nêvenga xebatê de reaksîyoneke cidî heye. Hin hevalên me dev ji kar ber didin. Teqez divê rê li ber vê yekê bê girtin, çimkî tenduristî dirûxe. Rûxandina tenduristiyê, tê wateya rûxandina vî welatî. Êdî em naxwazin bi awayekî çûyîna ber bi ecelê xwe ve bixebitin.” 
 
Surenkok bang li Wezareta Tenduristiyê kir û wiha domand: “Ev xebata zêde me dikuje. Êdî em îdare nakin. Divê rê li ber vê bê girtin. Ji bo vê jî pêdivî bi sererastkirina şert û mercên xebatê heye.” Surenkok diyar kir ku di dema xebatê de xayisbûneke biçûk jî dibe ku bibe sedema feleketan û wiha got: “Ji bo hemû hevalên me yên asistan kîjan klînîk dibe bila bibe, divê beriya nobetê û piştî nobetê destûr hebe. Em dixwazin pereyên nobetan însaniyî bin. Em naxwazin bi ‘pergala performansê’ ya bi pereyan li mirovan dinere bixebitin. Em wisa bawer dikin ku divê bijîşk 15 deîqeyan li nexweş binerin. Wê ev yek hem ji bo bijîşkan hem jî ji bo nexweşan baştir be. Pergala performansê hem zirarê dide me hem jî dide nexweşan. Divê demildest ev pergal bê rakirin. Em pergala tenduristiyê ya pereyî naxwazin. Tenduristî mafekî ku ji dema welidînê tê. Divê beramberiya wê ne pere be.”