Ji berbanga sibê heta êvarê li ber xwe didin

img

STENBOL – Karkerên Akkim Yapi Kîmya A.Ş bi hinceta sendîkayî bûn ji kar hatin derxistin û 104 roj in li dijî derxistina kar ji berbanga sibê heta tariya êvarê li berxwe didin. 

Gelek karkerên Akkim Yapi Kîmya A.Ş'ê bi hinceta endamê sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin. Karker 104 roj in li dijî derxistina kar di çalakiyê dene û li ber xwe didin. Karker ji berbanga sibê li ber şîrketê dest bi çalakiyê dikin û heta tariya êvarê ku saetên mesaiyan xelas dibe li ber xwe didin û pişt re ji ber fabrîkayê vediqetin. Li gel hewa sar û rojên şilî jî karker konên ji naylonan pêk tên vedane û li bi kon li ber sobê çalakiya xwe didomînin. Karkerên ji Êlihê bigire heta Sînopê û ji Erzînganê bigire heta Trakyayê karker di çalakiyê de ne û vê bi hev re bûna karkeran wek “Wêneyê Tirkiyê” pênase dikin. Karker destnîşan dikin ku divê hemû karker di têkoşîna kedê de xwe bikin yek. 
 
BI JIYANEK KOMUNAL ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNIN 
 
Nêzî 100 karkeran ji kar hatin derxistin û niha 60 karker li ber fabrîkayê li ber xwe didin û çalakiya dorveger pêk tînin. Ji bo karker biçin cihê çalakiya xwe ango ber fabrîkayê beriya tîrêjên rojê derkeve derdikevin rê. Di çalakiyê de jiyanek komunal ango hevpar heye û çalakiya xwe bi kolektîfî didin meşandin. Piştî ku hemû karker bi hev re taştê dixwin li ser mijarên rojane û geşedanên di rojevê de sohbet dikin. Karker her roj plansaziya rojê dikin û hin karker jî mêvanên wan ji saziyan tên pêşwazî dikin û hin kerker jî ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin sazî û dezgehên cuda ziyaret dikin. 
 
Yek ji plansaziya girîng a karkeran jî ew e ku di nava rojê de diçin karkerên Kod-A Bîlîşîm, DHL Express ji kar hatine derxistin û kedkarên cemaweriyê bi KHK’iyan ji kar hatine îxrackirin ziyaret dikin. 
 
SERMA YE Û KÛR KÛR DIFIKIRIN 
 
Bi hatina zivistanê re karker kûr kûr difikirin. Karker ji aliyekî ve li ser kirêya malê, lêçûyînên xwendekaran û debara malê diponijin û li aliyê din jî karker tenê mehê 500 TL muçeya bêkariyê distînin. 
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BI SER BIKEVE’ 
 
Ji karkeran Gunduz Erdonmez diyar kir ku desthilatdarî riya mirinê ji wan dide nîşandan û got: “Çi dibe bila bibe li gel hemû zor û zehmetiyan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me bigirin kar negirin kar lê wê sendîka bikeve vir. Em ê bi ser kevin çunkî ev têkoşîna rûmetê ye.” 
 
Karkerê bi navê Yilmaz Çelîk jî destnîşan kir ku heke karker bibin yek dê têkoşîna wan bi ser bikeve û dê karker qezenc bikin. Çelîk got ku wan ji bo çalakiya xwe yekîtiya xwe ava kiriye û ji ber vê yekê dê têkoşîna wan bi biryarî bidome.