Karkerên dixwazin vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin

img

AYDIN - 81 Karkerên SÎBAŞ Gidayê ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe 97 roj in di çalakiyê de ne. Karkeran xwest raya giştî destekê bide wan û gotin: "Em li vira ne, em ê li ber xwe bidin." 

Li navçeya Soke ya Aydinê, 81 karkerên SÎBAŞ Gidayê ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatin avêtin, 97 roj in li ber fabrîkayê di çalakiyê de ne. 
 
Karker Meral Yildiz, diyar kir ku ji 8'ê Sibata 2018'an ve betal e. Yildiz, bilêv kir ku tevî wê 80 karker ji kar hatine avêtin û ji bo vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin. Yildiz, anî ziman ku li şûna karkerên hatine derxistin karkerên nû girtine. 
 
Yildiz, anî ziman ku patronê fabrîkayê xeber şandiye kardêrên ji derdorê re û gotiye, karkerên ji kar hatine derxistin negirin kar. Yildiz got: "Em naxwazin partiyên siyasî bên vira û tenê propagandayê bikin, em dixwazin mafên me biparêzin." 
 
'EM LI VIRA NE, EM Ê LI BER XWE BIDIN' 
 
Karker Halîme Ûlûtaş jî, diyar kir ku 4 salan xebitiye û ji ber ew endamên sendîkayê bûne ji kar hatine avêtin û got: "Patron, wekî makîneyan nêzî me dibin." Ûlûtaş, bilêv kir ku ew li gor mafên xwe yên qanûna bingehîn tev digerin û got: "Em çîna karkeran tiştekî pir zêde naxwazin. Tenê em doza heqê keda xwe dikin. Me çirûskek pêxist. Loma em dixwazin raya giştî piştgiriyê bide me û dengê xwe li dengê me zêde bike. Em li vira ne, em ê li ber xwe bidin." 
 
Ûlûtaş, anî ziman ku ji ber patron tengijiye li wan geriyaye û got: "Lê hevalên me qebûl nekir. Dixwazin em endamtiya xwe ya sendîkayê betal bikin. Bi vî awayî dixwazin keda me li valahiyê derxînin. Ji ber tengijiye ji hevalên me re gotiye 'Werin dev ji doza xwe berdin. Em ê bi awayekî zirara we telafî bikin.' Berê jî bi şertê dev ji endamtiya sendîkayê berdin 3 hevalên me girtin kar. Lê 2 meh şûnde hevalên me ji kar derxistin. Ji ber hayê me ji vî tiştî heye, kes ji me teklîfa wan qebûl nake."